​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lihevkirina di navbera Riyad û Şamê de xewn e

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirina di navbera Riyad û Şamê, şerê li Quds û Xezayê û aloziya Iraqê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lihevkirina di navbera Riyad û Şamê de xewn e
11 gulan, 2021   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘VEGERA S.S XEWN E‘

Girêdayî lihevkirina di navbera Riyad û Şamê de rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: "Di demên dawîn de bi zêde behsa vegera lihevkirina S.S tê kirin, nexasim piştî belavbûna agahiyên li ser serdana nûnerên Erebistana Siûdî ji Sûriyê re ku serokê istixbaratî Xalid El-Himêdan bi Beşar El-Esed re civiyabû."

LI QUDS Û XEZAYÊ ŞER GIRAN DIBE, WASHINGTONÊ JI ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ HIŞYARÎ DA

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan got: "Ji ber şerê li derdora mizgefta El-Eqsa û taxa Şêx Cerah, şevê din Îsraîl û komên filistînî baregehên hev bi moşkena topbaran kirin. Di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn. DYA`yê jî metirsiyên xwe ji ber zêdebûna şer, da."

Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Xezayê kir. Çavkaniyên filistînî got êrişên hewayî û topbarana Îsraîlê li dijî baregeh û zeviyên çandiniyê li herêmên cûda ji Xezayê hate kirin. Komên Filistînê yên li Xezayê ragihand ku Quds, Esqila û baregehên Îsraîlê li derdora Xezayê bi moşekan hatin hedefgirtin.

Çavkaniyên Îsraîlê jî got nêzî 70 moşek ji aliyê Xezayê ve ber bi bajarokên Îsraîlê ve hatin avêtin. Ji wan 7 moşek ji bajarê Qudsê hatin avêtin bêyî ku birîndar û kuştî çêbibin.”

 ‘METIRSIYÊN JI PÊLEKE NÛ YA KUŞTINÊ LI IRAQÊ‘

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Kuştina çalakvanê Kerbelayî Îhab Weznî ji aliyê kesên nenas ve û kuştina rojnamevanekî li El-Dîwaniye metirsiyên ji pêleke nû ya kuştinê li Iraqê, derxistin holê.”

(bx)