Li Xezayê rageşî û topbaran gur bûye

Nûçegihana me ji Xezayê diyar kir ku komên Filistînê îşev moşek ber bi bajarê Til Avîv û baregehên Îsraîlê yên li hemberî Xezayê ve avêtin û artêşa Îsraîlê jî herêmên cuda yên Xezayê topbaran kirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê di encamê de 20 kes hatin kuştin ji wan 3 zarok bûn.

Li Xezayê rageşî û topbaran gur bûye
10 gulan, 2021   19:50
XEZA

Careke din moşekên ji Xezayê ber bi Til Avîv, bajarok û nuqteyên leşkerî yên li nêzî Xezayê ve hatin avêtin, lê artêşa Îsraîlê jî bersiva nuqte û herêmên cuda yên Xezayê topbaran kirin.

Wezîrê Ewlehiyê yê Îsraîlê Benny Gantz li gelek herêmên Îsraîlê rewşa awarte ragihand û li gorî texmînan dê artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên leşkerî li Xezayê berfireh bike.

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li komên Filistînê xwar ku ew ê hêza artêşê ya xurt eşkere bike û wiha got: "Dibe êriş û rageşî çend rojan berdewam bike."

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê ya li dij Xezayê  20 filistînî şehîd ketin, ji wan 3 zarok in û 65 kesên din jî birîndar bûn.

 (eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fuGGDVHdAyk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>