​​​​​​​Cenazeyê Îbrahîm Oso ku bi destê berpirsê kar li Silêmaniyê hatiye qetilkirin, gihaşt Kobanê

Cenazeyê ciwanê bi navê Îbrahîm Ehmed Oso (17) li gundê Xorxê yê rojavayê Kobanê hate veşartin. Oso li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi destê berpirsê kar hate qetilkirin.

​​​​​​​Cenazeyê Îbrahîm Oso ku bi destê berpirsê kar li Silêmaniyê hatiye qetilkirin, gihaşt Kobanê
10 gulan, 2021   16:48
KOBANÊ

Cenazeyê Îbrahîm Ehmed Oso ku di 8’ê vê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi destê berpirsê kar hatiye qetilkirin, gihaşt Kobanê.

Piştî ku Oso kirêya xwe ya rojekê ji berpirsê kar xwest ku nêzî 35 dolaran e, axaftinên tund çêbûn, bi wê re berpirsê kar bi kêran lêda û Oso jiyana xwe ji ber birînên giran ji dest da.

Li gorî malbata Oso, hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê berpirsê kar negirtiye. Lê texmîn hene ku ew reviye Bakurê Kurdistanê, ji ber ji Tirkiyê ye.

Îbrahîm Ehmed Oso ji 14 mehan ve li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di aliyê dîkorên malan de dixebitî û birayekî wî jî li wir dixebite.

(fr)

ANHA