Yekitiya parêzeran dadgehkirina Kobanê wekî dijrastiyekê wesif kir û banga rawestandina wê kir

Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê bang li rêxistinên navneteweyî û mafnas kir ku têkildarî lîsteya tawanbariyê ya dadgehkirina Kobanê ku wê wekî "dijrastiyekê" wesif kir, zextê li hikumeta Tirkiyê bikin û got: "Ev tesfiyekirina siyasî ya HDP`ê ye." Û dozgeriya Tirk bûye wesîleyek ji bo pêkanîna rojevên siyasî yên partiya serdest.

Yekitiya parêzeran dadgehkirina Kobanê wekî dijrastiyekê wesif kir û banga rawestandina wê kir
10 gulan, 2021   15:02
QAMIŞLO

Darizandina 108 endamên HDP`ê, jê du hevserokên berê yên HDP`ê Salahaddin Demirtas û Vîgan Yukesdag ji 26`ê Nîsana derbasbûyî dest pê kir û dê 40 rojan berdewam bikin. Tawana wan jî dema çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êriş Kobanê kir, ew endam tev li xwepêşandanên piştgiriya Kobanê bûn.

Di salên derbasbûyî de saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê di çarçoveya hemleya qirkirina siyasî de  parlamanterên Kurd û hevserokên şaredariyên hilbijartî girtin.

Têkildarî mijarê Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên navneteweyî û mafnas kir ku zextê li Tirkiyê bikin û wê ji rêxistina Meclisa Ewropayê derxin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dema rêxistina DAIŞ`ê êriş kir û bajarê Kobanê di 2014`an dorpêç kir, seferberî hate ragihandinû Kurdistaniyan ev seferberî pêşwazî kir û HDP`ê bang li hikumeta Tirkiyê kir ku korîdorekê veke û dorpêçe li ser Kobanê rake."

Piştî kiryarên tundiyê yên ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşandanên pêk anîn, Demirtaş bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Tirkiyê kir ku kiryarên tundiyê yên li dijî xwepêşandanan rawestîne, di heman demê de Erdogan derket û li bajarê Gaziantep 7`ê Cotmeha 2014`an xîtabek got û daxuyand ku destwerdana balafirên rojavayî nikare DAIŞ’ê têk bibe. Ew jî bi hedefa têkbirina hêza rojavayê û qedexekirina beşdariya şerê li dijî DAIŞ’ê bû û da ku bandore li rihê berxwedana Kobanê bike û piştgiriya DAIŞ’ê bike.

Piştî 7 sal derbas bûn partiya desthilat a li Tirkiyê 26`ê Nîsana îsal, lîsteyek derxist ku ji 3 hezar û 500 rûpelan pêk dihat û tê de 108 kes tawanbar kir, jê 27 rêveberên HDP`ê ku ji wan du hevserokên berê yên partiyê bûn.

Armanc ji vê tawanê ew e ku HDP`ê ji qada siyasî ya Tirkiyê derxe û dadweriya tirkî bûye wesîleyek ji bo pêkanîna rojevên siyasî yên partiya serdest. Ev yek jî di daxuyaniya serokê muxalif û serokê CHP’ê Kiliçdaroglu hate îsbatkirin ku êdî baweriya kesekî bi saziyên dewletê û dozgeriyê tune ye.

Armanc ji lîsteya tawanbariyê ya dadgehkiririna Kobanê ew e ku di aliyê siyasî de HDP`ê li Tirkiyê were tesfiyekirin, qedexekirin û navê Kobanê ku di berxwedana gelerî de û dengvedana wê ya li ser asta cîhanê sînordar bike û vê jî bi rêya têkbirina vê berxwedanê û piştevanên wê, di serê pêşîn de HPD`ê têk bibe.

Em bang li rêxistinên mafnas ên navnetweyî dikin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku dawî li vê henekpêkirinê bîne, di serê pêşîn de dadgeha Ewropa ya mafên mirovan da ku Tirkiyê ji rêxistina Meclisa Ewropayê derxe.

(eh)

ANHA