Rûspiyên Helebê: Projeya Rêveberiya Xweser bidawîkirina aloziya Sûriyê ye

Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destnîşan kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser û îtîrafkirina bi hemû pêkhateyan çareser dibe û her hewldaneke dûrxistina aliyên Sûriyê yên din dê bi bin kevin.

Rûspiyên Helebê: Projeya Rêveberiya Xweser bidawîkirina aloziya Sûriyê ye
9 gulan, 2021   07:52
HELEB-HENEN MIHEMED

Projeya Rêveberiya Xweser ku di 2013 'yan de dest pê kir, çalakbûna  hêza xwe di rêveberirina herêmê de îsbat kir, ew jî ji ber beşdarbûna hemû pêkhateyan di projeyê de bêyî dûrxistina tu aliyekî ye, her wiha gelek gerên diyalogê bi hikumeta Şamê re pêk anîn. Lê hikumeta Şamê erênî nêz nebû û dest ji zihniyeta yek partiyetî berneda. Ew jî bû sedem ku temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe û xwîna bi hezaran sivîlan biherike.

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê teqez kirin ku heke aliyên Sûriyê dixwazin aloziya Sûriyê bi dawî bikin, projeya Rêveberiya Xweser çareserî ye. Ji ber ku berovajî pergalên ku hêzên derve piştgiriya wan dikin, Rêveberiya Xweser projeya yekane ye ku rêzê ji hemû çînan re digire û wan tev li jiyana siyasî, civakî, leşkerî û heta girtina biryaran dike.

Endamê Komîteya Rûspiyan a taxa Eşrefiyê Elî El-Hesen girêdayî mijarê axivî û wiha got: “Aloziya Sûriyê li gel parçebûna gelê Sûriyê tenê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser çareser dibe. Îro Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna hemû pêkhate û kêmneteweyên wê di derxistina biryaran de bûye `Sûriyeyeke biçûk`.”

El-Hesen wiha domand: “Îro ji her demê bêtir ev proje bûye pêwîstiyek. Em hêvî dikin ku ev proje gelê Sûriyê rizgar bike ku ji ber parçebûna siyasî û aborî di nava çiravê de ye.”

El-Hesen diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya 6 milyon şêniyan dike ku di nava axa wê de ne. Bi dûrxistina wê ji civînên komîteya destûrê û civînên têkildarî aloziya Sûriyê re, dê ev civîn bi bin kevin.

Semîre Elûş jî rewş û rêxistinên li ser tevahî astan ên li herêmên Rêveberiya Xweser û li herêmên din ên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê kontrolkirin û yên hikumeta Şamê dan ber hev û teqez kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên girêdayî Rêveberiya Xweser di demokrasiyê, biratiyê û jiyana hevbeş de bûne mînak ruxmî ku ji taxên Helebê ye ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ne.

Henen Ebdo jî diyar kir ku biratiya gelan a di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li cîhanê, bûye nimûne û piştrast kir ku ew projeya tekane ye ku azarên gelê Sûriyê bi dawî bike.

Rûspiyan da xuyakirin ku kiryarên hikumeta Şamê an jî dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo derxistina tevlihevî û aloziyê li herêmê dê pêk neyên. Listîkên hemû aliyan êdî eşkere bûne ku hewl didin aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin. Wek şahidê wan hewldanan, rûspiyan bûyerên ku li taxa Teyî ya Qamişloyê bi bîr xistin ku di dawiyê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve rizgar bû û çeteyên “Dîfaa El-Wetenî” jê derxistin û ewlehî sepandin.

(şx)

ANHA