Artêşa Îsraîlê xwe amade dike û Hemas soza tolhildanê da

Artêşa Îsraîlê li ser fermana serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi ku bi Xezayê re şerekî nû li dar bixe, asta amadekariyên xwe bilind kir. Di heman demê de Hemasê ragihand ku li hemberî her êrişekî ji hêla Îsraîlê ve li dijî Filistîniyên li Qudisê ew ê tolê rake.

Artêşa Îsraîlê xwe amade dike û Hemas soza tolhildanê da
8 gulan, 2021   21:01
XEZA

Rojnameya "Haaretz" diyar kir ku piştî bûyerên ku li bajarê Qudisê qewimîn, rêxistina ewlehiyê û artêşa Îsraîlê xwe ji bo şerekî muhteml li dijî Hemasa Xezayê amade dikin.

Rojnameyê ragihand ku artêşê pergala parastina hawayî li başûr belav kir, da ku ji bo şerekî leşkerî li dijî bi tevgera Hemasê ya li Xezayê amade be.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku"Artêşa Îsraîlê îro biryar da ku hêzên xwe yên li Xezayê û derdora Xezayê xurt bike, hîn zêdetir xwe amade bike, ji ber ku hesabê tolhildana ji bûyerên li Şêx Cerah û Mescid El-Eqsa dike."

Têkildarî mijarê malpera "Walla" ya Îsraîlê daxuyand ku serokê beşa Operasyonên bi Çekên Hewayê yên Îsraîlê Lîwaa Aharon Tatli diyar kir ku divê armancên li derdora Xezayê werin nûkirin û ferman da hêzan ku amade bin.

Li gorî malperê "Fermandariya Herêma Navîn a artêşa Îsraîlê îro amadekariyên xwe berdewam kir, hêzên xwe xurt kir, da ji çalakiyên tolhildanê yên li Difayê amade be."

Berdevkê  Aliyê Leşkerî yê Tevgera Hemasê Ebû Ubeyda got:"Em biryardariya welatiyên xwe yên li Qudisê û Eqsayê silav dikin û ji wan re dibêjin ku fermandarê Erkan El-Qesam Mihemed El-Deyf soz daye we û dê soza xwe bi cih bîne."

Daxuyanî piştî çend rojan ji gefxwarinên fermandarê Giştî yê Aliyê Leşkerî yê Tevgera Hemasê Mihemed El-Deyf a tolhilata ji Îsraîlê û tedbîrên wê yên li bajarê Qudsê pêk hat.

(eh)