Desteya Çandê: Dewleta Tirk bi qutkirina avê tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qutkirina ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike û şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne.

Desteya Çandê: Dewleta Tirk bi qutkirina avê tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike
8 gulan, 2021   20:42
TEBQA

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna şêwekarên ku beşdarî Komxebata Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bûne li pêş bendava Firatê hate xwendin.

Endama rêveber a Komîteya Çandê ya Herêma Cizîrê Efaf Heskê daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Ji bo tevahî rêxistinên sivîl û navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, dewleta Tirk heta roja îro şerê taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, nexasim di van rojên dawî de ku ava çemê Firatê li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir.

Dewleta Tirk bi qutkirina avê tevahî peymanên navneteweyî bin pê dike, bi wê re jî bandore li çandiyê, kehrebê û hwd dike.

Em Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser û beşdarên Komxebata sêyemîn a Hunera Şêwekariyê li pêş bendava Firatê ya Tebqayê disekinin û peyama xwe ya aştiyê ji tevahî cîhanê re dişînin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xak û gelê me rawestînin.

Em bang li rêxistinên sivîl û navneteweyî dikin ku erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku ji nû ve avê berde herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/65JMIc0ZhDU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>