Dewleta Tirk derdora gundekî Amêdiyê da ber topan

Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de derdora gundê Kêste yê ser bi bajaroka Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Dewleta Tirk derdora gundekî Amêdiyê da ber topan
8 gulan, 2021   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de çend carek derdora gundê Kêste yê ser bi bajarokê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê  topbaran kir.

Di dîmenan de jî diyar dibe ku dewleta Tirk nêzî xaniyên gundê Kêste topbaran dike. Ji ber topbaranê dewleta Tirk ziyanek mezin gihaştin milkên welatiyan.