Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Asosê bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer rêze çiyayên Asos ya dikeve herêma Pişder ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Asosê bombebaran dike
8 gulan, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker bê navber xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, serê sibehî rêze çiyayên Asos bombebaran kirir.   

(Çiyayê Asos dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê)  

Heya niha ti daxuyaniyek fermî li ser bombebaranê nehatiye dayîn.