Hêzên ewlekariyê detayên kuştina parêzer Hesen El-Hewar eşkere kirin

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn detayên kuştina parêzer Hesen Reşîd El-Hewar eşkere kirin ku di 31`ê Adarê de li Qamişloyê hatibû kuştin.

Hêzên ewlekariyê detayên kuştina parêzer Hesen El-Hewar eşkere kirin
8 gulan, 2021   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka Nîsanê de ragihandibû ku kujerê parêzer Hesen Reşîd El-Hewar di 2`yê Nîsanê de hatiye girtin.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dîmenekê ku duh li ser malpera xwe belav kiribû, detayên vê bûyerê eşkere kirin.

Li gorî ku ji dîmenan diyar dibe, sedema kuştinê ew e ku parêzer Hesen El-Hewar û 2 birayên ji Qamişloyê li ser parvekirina milkiyeta avahiyekê ku xwediya wê jineke xiristiyan e û li Lubnanê dimîne, nakokî derdikeve.

Ev bûyer bi zanabûn ji aliyê gelek malperên tevna civakî ve wek kiryarekî ku armancên wê siyasî ne, hat nîşandan.

Lê li gorî dîmenê, kujer Mihemed Zekî Îbrahîm e, ji Qamişloyê ye û sala 1984`an ji dayik bûye. Bi beşdarbûna birayê xwe yê biçûk Egîd Îbrahîm (32) li xwaringeheke li Qamişloyê parêzer Hesen dikuje.  

Deteyên bûyerê li gorî vegotina her du birayan wiha ne; Mihemed Zekî dixwaze avahiyê bi navê birayê xwe Egîd bi rêya parêzer Hesen El-Hewar qeyd bike. Lê parêzer ji Egîd dixwaze wekaletê bide wî. Parêzer Hesen bê agahiyan wan navê hevsera xwe dixe peymanê. Ji ber wê ew jê bi guman dibin. Mihemed Zekî parêzer Hesen El-Hewar bi `xayîn û dizek` bi nav dike û jê dixwaze ku her tiştî mîna berê vegerîne yan jî peymanekê bi milyon dolarî îmze bike da ku heqê xwe biparêze. Lê parêzer daxwaza wî red dike û dibêje dê tenê li ser nîv milyonek dolarî îmze bike.

Li gorî mikurhatinên her du birayan, dema pirsgirêk di navbera wan de gur dibe, parêzer qedeheke avê dişikîne û pê li stûyê Mihemed Zekî dixe. Ji ber wê Egîd debanceya xwe derdixe û ji her duyan dixwaze ku rûnin, lê parêzer guh nadê û dîsa şer dike.

Di wan kêliyan de xwediyê xwaringehê û karkarên tê de tên û ji Mihemed Zekî dixwazin ku wî bibe nexweşxaneyê lê ew red dike. Piştre bi berdewamkirina pirsgirêkê re, 4 guleyan berdide parêzer û di encamê de tê kuştin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l7Syfjvk-U8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>