Koçberên Waşûkanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Koçberên kampa Waşûkanî ya girêdayî kantona Hesekê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi xwepêşandanekê şermezar kir.

Koçberên Waşûkanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
8 gulan, 2021   11:19
HESEKÊ

Meclisa kampa Waşûkanî bi koordîneya Kongreya Star xwepêşandanek organîze kir.

Bi sedan koçberên Waşûkanî tev li meşê bûn û heta têketina sereke ya kampê dewam kir. Xwepêşandêran sloganên ku sûcên dagirkeriya Tirk şermezar dike, berz kirin.

/kr/uploads/files/2021/05/08/112206_dsc_0043-large.webp

Di têketina kampê de, meş veguherî mitîngê. Ji endamên rêveberiya Kongreya Star Besîme Mihemed axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir. Besîme wiha got: “Em tevahî kiryarên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gel û azadiya wê tê meşandin, şermezar dikin.”

Besîme Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re, hewl dide vîna gelan bişikîne.  Besîme destnîşan kir ku her ku ew banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin, her ku diçe êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Kurdistanê zêde dibin.

Mitîng bi bezkirina sloganên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(dm)

ANHA