Komisyona Jinan a KNK’ê li dijî êrişên dewleta Tirk dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Komîsyona Jinan a KNK’ê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Dê îmze tevî nameyekê ji sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re bên şandin.

Komisyona Jinan a KNK’ê li dijî êrişên dewleta Tirk dest bi kampanyaya îmzeyan kir
8 gulan, 2021   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Jinan a KNK’ê, li ser navê jinên Kurd têkildarî dagirkeriya li Kurdistanê û ji bo rawestandina êrişên li ser gelê Kurd û jinan, ji sekreretê giştî yê NATO’yê Jens Stolenberg re nameyek nivîsand.

Name wiha ye:

“Sedema destpêkirina kampanyaya îmzeyan, 24’ê Nîsana 2021’ê yanî di salvegera Qirkirina Ermenan de êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, şermezar dikin.

Tirkiye tam di salvegera Qirkirina Ermenan de peyam da gelê Kurd ku em ê we jî di qirkirinê re derbas bikin. Weke hûn jî zanin Tirkiye 70 sal a endamê NATO’yê ye. Yek ji organîzasyonên gerdûnî ya herî mezin a cîhanê NATO ye. Hêza çareserkirina pirsgirêkan a NATO’yê heye. Dîsa erkeke NATO’yê heye ku aştiyê pêk bîne û biparêze. Ji ber ku dema NATO xwe dide nasîn, dibêje ku teşfîqî nirxên demokratîk tê kirin.Diyarkiriye ku nelihevkirinan bi rêbazên aştiyane çareser dike. Lê NATO 70 sal in, li hemberî van hewldanên dagirkeriyê ya Tirkiye ku endamekî wê ye bêdeng e. Tirkiye tenê bi dagirkeriyê namîne, li cihên dagir kirî jinan qir dike. Hikûmeta AKP’ê hem li Tirkiye hem jî li derveyî sînor jinan qir dike. Di serî de li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê di serî de destavêtin, destdirêjî, talan, dizî, revandin bi rêbazên cihê jinan qir dike. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2020’ê ya li ser Efrînê polîtîkaya qirkirinê ya jinê ya dewleta Tirk pir bi hovane  pênasekiribû. Polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî rêgezên NATO’yê ne û Tirkiye bi vekirî van rêgezan binpê dike. Li ser vî bingehî em jinên Kurd bang li NATO’yê dikin ku xwedî li rêgezên NATO yên ku dewleta Tirk wê bin pê dike û Tirkiye rawestînin dikin.”

Di dawiyê de hat gotin ku kampanyaya îmzeyan ku duh (07.05.2021) dest pê kir, dê 2 hefteyan bidome û piştre bi îmzeyan re ji sekreterê giştî yê NATO’yê re bê şandin.

https://www.change.org/p/jens-stoltenberg-stop-the-turkish-stat-s-genocide-and-femicide-of-the-kurds?recruiter=1031472288&utm_source=share_petition&utm_campaign=share_for_starters_page&utm_medium=whatsapp&utm_content=washarecopy_28758775_en-CA%3A1&recruited_by_id=e7d89bc0-294b-11ea-8f0f-49847613c500