​​​​​​​Mamosteyên Efrînê: Berxwedana li dijî qirkirinê îradeya Kurdan nîşan dide

Mamosteyên Efrînê got berxwedana li hemberî qirkirina komî, vîn û helwesta gelê Kurd nîşan dide û teqez kir ku ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk dikin.

​​​​​​​Mamosteyên Efrînê: Berxwedana li dijî qirkirinê îradeya Kurdan nîşan dide
7 gulan, 2021   12:33
ŞEHBA

Îro mamosteyên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) a li hemberî êrişên hovane yên artêşa Tirk, nîşan da.

Bi dehan mamosteyên herêma Efrînê li qada Peymangeha Viyan Amara ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn. Mamosteyan pankartên “Bi israr û baweriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin”, “Bi berxwedana hêzên xwe yên li çiyayan em ê bi ser bikevin” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Endama Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Evîn Dîngilî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dîroka mirovahiyê bi şeran dagirtî ye û wiha hate gotin: “Ji destpêka dîrokê û heta roja îro gelek rêbazên şer û tundiyê hatin bikaranîn. Li hemberî wê jî gelek şoreşên mezin li darketin, mîna şoreşên gelê Kurd ên li dijî faşîzm û dagirkeriyê. Ev berxwedan heta roja îro li seranserê Kurdistanê li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dewam dike û dê qet raneweste.”

Evîn îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gund û bajarokan kir û diyar kir ku dê gel têkçûna dagirkeriya Tirk li Garê ji bîr neke ku wekî rêzetêkçûnên wê yên li hember Rojavayê Kurdistanê, Şengal û seranserê Kurdistanê bû.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana lehengên li çiyayên Kurdistanê û operasyona Bazên Zagrosê hate silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Piştgirîdayîna gel ji berxwedana gerîla re bi nirx e. Tevî hemû zextên tên kirin jî lê belê gel li ser pêyan e û li Kurdistanê û Ewropayê di nava çalakiyan de ye. Ev yek nîşan dide ku berxwedana têkoşeran li hemberî qirkirina komî di vê qonaxa dîrokî de, vîn û helwesta gelê Kurd raber dike.”

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana HPG`ê li çiyayên Kurdistanê û berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê, bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eQa4_gxDgx8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>