Li kampa Şehbayê Kurd û Ereb ji bo vegerê bi hev li ber xwe didin

Di kampa Şehbayê de ku tenê kîlometreyekê dûrî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye, Kurd û Ereb di xweşî û nexweşiyê de bi hev re jiyaneke hevbeş derbas dikin û xwedî yek armancê ne; rizgarkirina Efrînê.

Li kampa Şehbayê Kurd û Ereb ji bo vegerê bi hev li ber xwe didin
7 gulan, 2021   09:59
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Piştî salên dirêj ji şerê Sûriyê tevahî gelê Sûriyê di encama destwerdanên derve de azar kişandin.

Bi hezaran malbatên ji herêmên Sûriyê yên cuda ku li aramî û ewlehiyê digeriyan, berê xwe da bajarê Efrînê yê li bakurê rojavayê Sûriyê.

Piştî ku malên Efrîniyan bi koçberan tijî koçber bûn, Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê biryar da ku di 14’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo keçberên ji piraniya herêmên Sûriyê li gundê Kiştearê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi navê ‘Kampa Şehbayê’ kampekê veke.

Bi erêkirina Rûsya û hikumeta Şamê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an bi tevahî çekên pêşketî û qedexekirî êrişî kantona Efrînê kir û yekser sivîl hedef girtin.

Piştî berxwedana 58 rojan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de kantona Efrînê dagir kir, di encamê de zêdetirî 350 hezar şênî bi darê zorê koçberî kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê bûn.

Ji kampên ku şêniyên Efrînê piştî dagirkirina bajêr berê xwe daye, Kampa Şehbyê ya li gundê Kiştearê bû, tevî koçberên ji herêmên Sûriyê yên cuda. Bi wê re êş û birînên wan bûn yek û armanca wan jî bûn yek, ew jî rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriyê ye.

Kamp tenê km’yekê dûrî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye û li rojhilatê kampê li ser rêya M5 duyemîn mezintirîn baregeha hêzên Rûsyayê ya li Şehbayê heye.

Di kampê de 492 welatiyên ji Efrînê û herêmên cuda yên Sûriyê û 101 malbat di 110 konan de dimînin.

SÛCÊN LI DIJÎ KOÇBERÊN KAMPÊ BEREWAM IN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi dehan top û hewanan êrişî kampê dikin û balafirên keşfê û yên şer li asîmanê herêmê digerin.

Li gorî şêniyên li kampê, moşeka herî nêz li derdora kampê ketiye tenê nêzî 50 heta 100 metreyî bû û bi parçeyên wê kon hatin çirandin. Ew yek li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hat ku tu helwest nîşan neda û xwe wekî xwe hêzeke garantor li herêmê dihesibîne ku 500 metreyan ji kampê dûr e.

Koçberên li kampê got ew êş û azarên xwe bi hev re parve dikin û bi hev re li ber xwe didin.

Ji dema avakirina kampê ve, Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe alîkariya şêniyan dike û pêdiviyên wan ên rojane dabîn dike.

Li gorî rêveberiya kampê, tevî belavbûna pandemiya Koronayê û sûcên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên hedefgirtina derdora kampê jî, rêxistinên navneteweyî bi rola xwe ya alîkariya koçberan ranabin.

‛MOŞEKÊN DAGIRKERAN KONÊN ME ÇIRANDIN’

Şêniya bi navê Dîbe Elî El-Şerîf ya ji şêniyên taxa Sukerî ya bajarê Helebê ku li Kampa Şehbayê dimîne, wiha got: "Piştî ku êriş û pevçûnên di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk de li Helebê zêde bûn, li bajarê Helebê ewlehî û aramî nema û rewşa jiyanê xirab bû.”

Dîbe wiha domand: "Ji ber ku ez li ewlehî û aramiyê digeriyam, min berê xwe da rêya Efrînê. Şêniyên Efrînê û Rêveberiya Xweser em pêşwazî kirin û bi awayekî baş bi me re dan û standin û derfetên kar ji me re peyda kirin. Me gelek salan li herêmê kar kir, lê piştre dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Efrînê kir û bi taybetî sivîl hedef girtin.”

Dîbe diyar kir ku bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê re, yekemîn derbeya asîmanî li cihê qîrê yê li naverasta bajêr bû û di encamê de kurê wê yê 12 salî şehîd bû û kurekî wê yê din ê 9 salî jî birîndar bû.

Dîbe destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker cudahiyê naxe navbera Ereb, Kurd û pêkhateyên dîtir de û wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên li dijî Efrînê de eşkere ye, bi wê re jî yekser em kirin armanc û em ji pêkhateya Ereb in."

Dîbe wiha li axaftina xwe zêde kir: "Qedera me ye ku bi şêniyên Efrînê re careke din di kampên koçberiyê de bijîn. Her wiha tevî hemû astengiyên ku li pêşberî me, dewleta Tirk a dagirker rojane kampê hedef digire û parçeyên moşekên wê piranî konên me çirandin. Lê em heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe didin."

Dîbe daxuyand ku ew dixwaze piştî rizgarkirina Efrînê vegere wir û wiha got: "Em ê heta rizgarkirina Efrînê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Ez venagerim Helebê, ez ê wek hemû şêniyên din vegerim Efrînê."

HEVGIRTINA KURD Û EREBAN LI KAMPÊN KOÇBERAN

Şêniyê bi navê Mihemed Mistefa ku koçberekî ji Efrînê ye jî wiha got: "Di encama topbaran û êrişên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê de, em bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn û me berê xwe da herêmên Şehba û gundewarên Şêrawayê. Ji bilî wê kampê tu cih tine bû ku em tê de bi cih bibin û tê de bi sedan ji malbatên ji tevahî herêmên Sûriyê hene."

Mistefa wiha berdewam kir: "Hejmar li vir temam bû û êdî hevgirtineke di navbera Kurd û Ereban xurt bûye. Dagirkeriya Tirk jî vê yekê nexwaze û di demên dawîn de  êrişên xwe zêde kirin û êdî moşek û parçeyên wê li derdora kampê dikevin.

Mistefa destnîşan kir ku rewşa li kampê xirab e, lê belê girêdana wan bi xaka wan re û nêzîkbûna wan ji Efrînê ku tenê 15 km dûrî wan e, dihêle ku ew li kampê li ber xwe bidin.

Mistefa teqez kir ku ew ê berxwedanê dewam bikin û vîna wan xurt e û wiha got: “Em bi îsrar in li kampê bimînin û heta rizgarkirina Efrînê li hemberî dijmin bisekinin.”

LI KAMPÊ HÊMANÊN JIYANÊ YÊN SEREKE TUNE NE

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Kampên Şehba û Veger Cîgerxwîn Şêxo got di kampê de malbatên ji tevahî herêmên Sûriyê û şêniyên Efrînê yên koçber hene.

Şêxo destnîşan kir ku pêdiviya kampê bi pêdiviyên sereke yên jiyanê heye û rêxistinên navneteweyî jî li hember koçberên li kampê de ku azaran dikişînin, bi erka xwe ya exlaqî û mirovî ranabin.

Şêxo diyar kir ku tişta ku Kampa Şehba ji kampên dîtir ên li kantona Şehbayê cudatir dike ew e ku li eniya şer a yekemîn a nêzî Efrîna dagirkirî ye û bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser hedef digirin.

Li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 5 kamp hene; Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê, Kampa Serdem li gundê Til Sosin, Kampa Efrînê ya li navçeya Ehdasê, Kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê û Kampa Şehbayê ya li gundê Kiştearê ya navçeya Şêrawayê ku di 2016’an de hatibû damezrandin.

Şêxo îşaret bi baregeha Rûsyayê ya li nêzî kampê kir û wiha got: "Hebûna baregeha Rûsyayê li nêzî kampê wekî tunebûna wê ye, ji ber ku çavên xwe li sûcên dagirkeriya Tirk yên bênavber digire."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li hemberî koçberên di kampan de bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lQwsRB9CSPM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>