Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk dixwaze gelê herêmê birçî bike

Şêniyên gundê Sêlim ê Kobanê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê û şewitandina berhemên çandiniyê, birçîkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina aramiya herêmê ye.

Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk dixwaze gelê herêmê birçî bike
7 gulan, 2021   09:07
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li kêleka şerê leşkerî yê li djiî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hemû rêbazan çi bi rêya kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê be yan jî bi rêya şewitandina berhemên çandiniyê be, şerê gelên herêmê dike.

Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navneteweyî û hêrsa gel a li hemberî siyaseta wê ya faşîst, sûc û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Beriya du rojan, leşkerên artêşa Tirk a dagirker berhemên çandiniyê yên şêniyên gundê Sêlim ê li rojavayê Kobanê li ser sînorê bi Tirkiyê re, şewitandin.

Muslim Remedan ê ji gund diyar kir ku beriya du rojan şivanekî şêniyên gund agahdar kir ku leşkerekî Tirk agir bi erdê li nêzî sînor xistiye, li ser wê yekê şêniyên gund berê xwe da cihê şewatê û agir vemirand.

Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her sal di dema mewsima çandiniyê de van binpêkirinan pêk tîne ji bo ku gelên herêmê birçî bike.

Ebdo Remedan jî destnîşan kir ku delweta Tirk a dagirker bi van kiryaran armanc dike ku gelê herêmê bitirsîne û birçî bihêle û got: “Delweta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê herêmê dike, ji aliyekî ve ava çemê Firatê digire, ji aliyê din ve jî berhemên çandiniyê dişewitîne û dixwaze aramiya herêmê têk bibe.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/24HgXDloaOk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>