Sersaxî ji malbata şehîd Nîştiman re hate xwestin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî ji malbata şehîd Nîştiman Bîwend (Şahîn Cîhanî) re xwest. Şehîd Nîştiman di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Nîştiman re hate xwestin
5 gulan, 2021   13:12
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li pêşiya meclisa navçeyê kom bûn da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Niştîman ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Edle Misto di sersaxiyê de axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Nîştiman Bîwend şehîda Kurdistanê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û doza wî, tê koşiya."

Her wiha Edle Misto soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê malbata şehîd Nîştiman Bîwend, hevjînê wê Mezlûm Baz wiha got: "Nîştiman zarokên xwe li ser hezkirina welêt û welatparêziyê mezin kirin. Paşê tev li nava refên şoreşê bû da ku em ji bo gelê xwe tê bikoşin."

Di dawiyê de Mezlûm Baz tekez kir ku dê rêya şehîd Nîştiman û hemû şehîdan bişopîne.

Şehîd Şahîn Cîhanî (Nîştiman Bîwend) ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber zextên hikumeta Îranê neçar ma ku tevî malbata xwe dev ji warê xwe berde û berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li wir zarokên wî tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn. Paşê ew û hevjînê xwe jî tev lê bûn. Di Şoreşa Rojava de li herêmên Rojava tê koşiya bi taybet li Serêkaniyê û gundewarên Dirbêsiyê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/71CjhJcXga4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>