Ebdulstar Mecîd: Me ji konsolxaneya Amerîkayê xwest çavdêriya dosyaya girtiyan bike

Serokê Fraksiyona Dadgerî ya Başûrê Kurdistanê Ebdulstar Mecîd  da zanîn ku bi berpirsên konsolxaneya Amerîkayê re civiyane û jê xwestine dosya girtiyên herêma Behdînanê bişopînin.

Ebdulstar Mecîd: Me ji konsolxaneya Amerîkayê xwest çavdêriya dosyaya girtiyan bike
5 gulan, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fraksiyona Komele ya Dadgerî Ebdulstar Mecîd li parlamentoya Başûrê Kurdistanê, der barê girtiyên Behdînanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî ajansa Rojnewsê, Ebdulstar Mecîd ragihand ku li ser girtiyên Behdînanê, bi berpirsê dosyaya siyasî ya konsolxaneya Amerîkayê re kom bûye. Mecîd da zanîn ku wan nerazîbûna xelkê herêmê ya li hemberî pejirandina 6 sal ceza ji bo girtiyên Behdînanê, gihandiye konsolxaneyê.

Mecîd got: “Ddivê dadgehê dosya girtiyên Behdînan baş lêkolîn bikira. Lê di vê dozê de îspat bû ku dadgeh di bin bandora partiya desthilatdar de maye. Me daxwaz ji konsolê Amerîkayê kir da ku çavdêriya dosyaya girtiyên Behdînanê bikin.”

Mecîd dawiyê de jî got: “Li gorî me dadgehên herêmê serbixwetiya xwe ji dest daye û zordariyê li xelkê dikin. Ev yek jî bêhêvîtiyê di nava xelkê de çêdike.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G4lkyf23OtA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>