Şêniyên Girkê Legê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir

Bi sedan şêniyên Gikê Legê di xwepêşandaneke girseyî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla re diyar kir.

Şêniyên Girkê Legê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
5 gulan, 2021   11:50
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên derdora wê, her wiha endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma "Azadiya rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye" xwepêşandanek bi rêxistin kir.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê Legê dest pê kir.

Di xwepêşandanê de, hevseroka meclisa navçeya Girkê Legê Newroj Ehmed daxuyaniyek xwend û got: "Girtina rêber Apo û tecrîda girankirî ne tesadufî ye. Her wiha şerê li dijî Tevgera Azadiyê hemwextî salvegera Komkujiya Ermenan û bêdengiya civaka navneteweyî û paşguhkirina wê, armanc jê ew bû ku me ji rastiyê dûr bixin û planên xwe pêk bînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "PKK ne tenê hêzeke leşkerî ye, tevgereke civakî, felsefîk û siyasî ye ku nayê bidawîkirin. Ji ber vê yekê em ê li hember komploya zordar a ku dewleta Tirk li çiyayên Zagrosê ji 23'yê Nîsanê ve daye destpêkirin, bi ser bikevin. Em ê Zap, Metîna û Ava Şîn ji wan re bikin goristan.”

Daxuyanî wiha hat domandin: "Azadiya me ew e ku em rêber Ocalan di nava gel de bibînin, yê ku rêya azadî û ronahiyê nîşanî me kiriye. Em qabûl nakin ku tecrîd li ser were ferzkirin.”

Xwepêşandan bi dûrişmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zqzOLWXEVQA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>