Di çalakiya konvedanê de, bangawaziyên piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê

Beşdarên çalakiya konvedanê ya seferberiya giştî teqez kirin ku berxwedana dîrokî ya gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dê planên dewleta Tirk têk bibe. Beşdaran piştgiriya xwe ji bo Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da.

Di çalakiya konvedanê de, bangawaziyên piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê
4 gulan, 2021   12:24
QAMIŞLO

Bi dehan mamoste, endam û rêveberên Meclisa Navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê tev li çalakiya konvedanê ya seferberiya giştî bûn, ku ji bo piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê ya li djiî artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Girkê Legê di 1`ê Gulanê de bi dirûşma “bi ruhê serkeftina Garê em Pêngava Bazên Zagrosê silav dikin” çalakiya konvedanê ya seferberiya giştî da destpêkirin.

Di roja 4`emîn a çalakiyê de mamoste, endam û rêveberên Meclisa Navçeya Girkê Legê tev li çalakiyê bûn. Li çalakiyê endamê meclisê Silêman Salih daxuyaniyek da raya giştî.

/ar/uploads/files/2021/05/04/112656_2021-05-04-girke-kone-seferbali-28129.webp

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rê û rêbazan vîna gelê Kurd bişkîne, ji lew re tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran dike û êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike da ku wan herêman dagir bike.

Her wiha hat teqezkirin ku berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla, dê hemû komployên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistaniyan hate kirin ku piştbiriyê bidin berxwedana gerîla û Pêngava Bazên Zagrosê, da ku planên dewleta Tirk bên valaderxistin.

Çalakiya konvedanê dê heta sibê dewam bike û dê şêniyên Girkê Legê û saziyên Rêveberiya Xweser li navçeyê serdana çalakiyê bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fNho5YXZf0Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>