Malda Kûse di duyemîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn

Kongreya Star a bajarê Hesekê bi merasîmekê li goristana gundê Şercê endama berê ya Jineolojî şehîd Malda Kûse di salvegera duyemîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Malda Kûse di duyemîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn
4 gulan, 2021   12:39
HESEKÊ

Kongreya Star bi hevkariya Navenda Jineolojî merasîma bîranînê li dar xist. Bi dehan endamên her du saziyan û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

/kr/uploads/files/2021/05/04/123955_hesek-merasim-2.webp

Şehîd Malda Kûse sala 2019`an li ser rêya navçeya Holê ya Hesekê bi mayîneke ku di erebeya wê de teqiya, şehîd bû. Merasîma bîranînê li goristana gundê Şercê yê li ser rêya Sefya hate lidarxistin.

/kr/uploads/files/2021/05/04/124008_-.webp

Di merasîmê de endama Navenda Jineolojî ya Hesekê Baran Rojhilat aixvî û diyar kir ku şehîd Malda bi hêz û vîna xwe gelek endam ji tevahî pêkhateyan perwerde û bi rêxistin kirin û bandoreke mezin li wan kir.

Baran wiha axaftina xwe domand: "Şehîd Malda pêşengê me ye. Ew xwedî moralên bilind bû û di pêkanîna armancên azadiya jinan û civakê de bi îsrar bû.”

Baran her wiha destnîşan kir ku ew bi şehadeta Malda serbilind in û soza şopandina rêya şehîd Malda û hemû şehîdên azadiyê nû kir.

/kr/uploads/files/2021/05/04/124012_-.webp

Di dawiya merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Malda xwend û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KUL2Pftj7lo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>