Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin

Rêveberiya Hawîrdorê ya kantona Kobanê li bajêr pêşangehek kulîlkan vekir. Pêşangeh wê du rojan dewam bike, piştî bidawîbûna pêşangehê jî şênî dikarin kulîlkan bikirin.

Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin
Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin
Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin
Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin
Cara yekemîn li Kobanê pêşangeha kulîlkan tê vekirin
4 gulan, 2021   11:14
KOBANÊ

Cara yekemîn li Kobanê Rêveberiya Hawîrdorê li Şitilgeha Miştenûr a li bajêr, pêşangeha kulîlkan vekir. Di pêşangehê de nêzî 200 cureyên kulîlkan tên pêşandan.

Pêşangeha ku Rêveberiya Hawîrdorê ku ev çend meh in amadekariya wê dike, bi amadebûna bi dehan şêniyan hate vekirin û dê du rojan li pey hev pêşwaziya mêvanan bike.

Li gorî komîteya çavdêriya pêşangehê dike, kesên ku dixwazin kulîlkan bikirin dikarin serdana Şitilgeha Meştenûr bikin.

(dx)

ANHA