Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 14 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Koronayê ketine
4 gulan, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Hesekê, 2 mêr û 2 jin ji Qamişlo, mêrek ji Dêrik, 3 mêr û 4 jin ji Tebqa, mêrek ji Dêrazorê ne.

Mistefa her wiha ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 44 mêr, 46 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 11

Dêrik: 4

Dirbêsiyê: 2

Til Temir: 1

Rimêlan: 1

Çilaxa: 1

Kobanê: 3

Reqa: 27

Tebqa: 16

Minbic: 7

Dêrazor: 1

Kampa Newroz: 1

Kampa Hol: 2

Kampa Roj: 5

Mistefa diyar kir ku 13 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 275 kes bi Koronayê ketine, 629 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 667 kes baş bûne.

(dx)