Feltman dê ji bo nîqaşkirina aloziya bendava El-Nehdayê serdana gelek dewletan bike

Ji bo bidawîkirina aloziya bendava El-Nehdayê û gelek aloziyên din ên siyasî, ewlehî û mirovî yên girêdayî Afrîkayê, îro nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Afrîkayê berê xwe dide Misir, Erîteriya, Etiyopya û Sûdanê.

Feltman dê ji bo nîqaşkirina aloziya bendava El-Nehdayê serdana gelek dewletan bike
4 gulan, 2021   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Amerîkayê duh ragihand ku nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Afrîkayê Geoffrey Feltman dê ji îro ve serdana Misir, Erîterya, Etiyopya û Sûdanê bike. Wezareta di dauxyaniyeke xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye got serdan dê di dema navbera 4`ê heta 13`ê Gulanê de pêk were.

Wezaretê bi bîr xist ku Feltman dê bi rayedarên hinek hikumetên têkildar, bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Afrîkayê re, siyasetmedaran û rêxistinên mirovî re bicive.

Wezaret destnîşan kir ku Amerîka hewl dide aloziyên siyasî, ewlehî û mirovî yên li Afrîkayê bi rêya dîplomatîk çareser bike.

Di 23`yê Nîsanê de Koşa Spî bang li serokên Misir, Etiyopya û Sûdnê kiribû ku hevkariyê bikin û aloziya bendava El-Nehdayê çareser bikin.

Etiyopyayê di destpêka Nîsanê de xebatên navbeynkariyê yên Yekitiyê Afrîkayê yên ji bo çareserkirina aloziya li ser çemê Nîl bi bin xist. Etiyopya hewl dide bendava El-Nehdayê ava bike ku dê jêdera bingehîn a ava ya ji bo Misir û Sûdanê qut bike.

 (şx)