Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, şermezar kirin.

Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
Şêniyên Kobanê: Kobanê û HDP’ê yek e
3 gulan, 2021   13:49
KOBANÊ

Meşa ku Meclisa Kantona Kobanê li dar xistiye, ji Qada Jina Azad a Kobanê heta bi Qada Şehîd Egîd dest pê kir. Di meşê de şêniyan diruşmên şermezarkirina sûc û siyaseta dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên Kurdistanê û gelê wê berz kirin.

Her wiha pankartên" Dê komploger bi bin bikevin û vîna azad bi ser keve", "Kobanê û HPD’ê yek e, bimire DAIŞ, bimire AKP’ê" û"dê teqez serkeftin para gerîla, Bazên Zargorsê û şerê Xabûrê be " hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd rawestiya û ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hate girtin. Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û wiha got: "Îro kesên têkiliyên wan bi kurdîtiyê re tune ne, biryarên bi mafên me didin. Em dibêjin ev biryar ne cih de ne û dikevin xizmeta berjewendiyên faşîstan. Em di berxwedana xwe ya li hember van biryarên çewt de berdewam in."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Ferhan Kobanê wiha domand: "Bi saya berxwedana gerîla tevahî planên dagirkeriyê têkçûn û wek her carê berxwedana gelê Kurd bi ser dikeve. Em ê têkoşîn û çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana gerîla berdewam bikin."

Ferhan Kobanê behsa doza darizandina Kobanê kir û wiha pê de çû: "Kesên ku piştevaniya berxwedana Kobanê li dijî terora DAIŞ’ê kiriye, niha tên darizandin. Ji ber ku wan piştevaniya terorê nekir û piştevaniya şêniyên Kobanê kir. Her wiha ji ber dewleta Tirk a dagirker dixwaza vîna gelê  bişikîne, vê yekê dike."

Ferhan Kobanê darizandina endamên HDP’ê bi deredaletî û derqanûnî wesif kir û şermezar kir û piştrast kir ku ew di têkoşîn û berxwedana de heta serkeftinê bi saya fikira rêber Abdullah Ocalan berdewam in.

Ferhan Kobanê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê tevahî demokrparêz li hember faşîstê bisekinin da ku projeya neteweya demokratîk bi ser keve û li hember dadgeha ku bi navê darizandina Kobanê ya derqanûnî hatiye binavkirin, bisekinin."

(fr)

ANHA