Rojnameyên erebî: Rewşa hiqûqî li Başûrê Kurdistanê tê rexnekirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa têkiliyên Misir-Tirkiyê, rewşa hiqûqî û mirovî ya xirab a li Başûrê Kurdistanê û aloziya Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Rewşa hiqûqî li Başûrê Kurdistanê tê rexnekirin
3 gulan, 2021   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NÊZÎKBÛNA MISIR Û TIRKIYÊ NAKOKIYÊN ÎXWANAN KÛR DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî dan û standinên Misirê wiha nivîsî: “Daxuyaniya ku cîgirê berpirsekî rêxistina Îxwan Muslîmîn Îbrahîm Mûnîr ya piştî hevdîtina hejmareke rêveberên rêxistinê bi serokê ‘Partiya Seadetê’ ya Tirkiyê re, ciwanên ‘Îxwanan’ bi hêrs kirin, nexasim ku yên li Tirkiyê dimînin bi ‘penaber’ bi nav kiribûn.

Daxuyaniyê nakokiyên di nava rêxistinê de kûr kirin û piştî têkiliyên Misir-Tirkiyê rewşeke tevlihev derxist holê.

 ‘Ciwanên Îxwanan’ hêrsa xwe li hemberî daxuyaniyê nîşan da û got ew daxuyanî nûnertiya wan nake. Her wiha êrişî Mûnîr kirin û ew bi mayîndekirina feraseta serîtewandinê tawanbar kirin.

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Qahîreyê Dr. Tariq Fihmî jî diyar kir ku heke hewldanênê nêzîkbûnê yên Qahîre-Enqerayê dewam bikin dê li ser asta herêmî bandorên rastîn û mezin derkevin.”

‘BINPÊKIRINÊN ZÊDE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HIQÛQNASAN DITIRSÎNIN’

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa hiqûqî li Başûrê Kurdistanê kir û wiha nivîsî: “Binçavkirin û darizandinên li djiî muxalîf, rojnamevanên rêxistinan û parêzvanên mafên mirovan li Başûrê Kurdistanê vê dawiyê zêdetir bûn.

Hîna gelek çalakvanên ku bi tawanbariyên cuda wekî hewldanên têkbirina aramiyê û hwd hatine tawanbarkirin, di girtîgehan de tên ragirtin. Parêzvanên mafên mirovan wan tawanbariyan bi ‘zordariyê’ bi nav dikin.

Lêkolînera ‘Human Rights Watch’ Belqîs Walî dibêje darizandinên neadil li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ne.

Serokê Navenda Geşkirina Demokrasiyê û Mafên Mirovan li Silêmaniyê Gerzan Fadil jî dibêje: “Hîna 74 girtiyên siyasî li girtîgehên gerînendetiya ewlehiyê li Hewlêr û Dihokê hene. Ew hemû muxalîf an xwepêşandêr in ku bê ser û ber bi tawanên girêdayî ewlehiyê û terorê hatin girtin.”

‘TEVGERÊN DÎPLOMATÎK JI BO FERZKIRINA AŞTIYÊ LI YEMENÊ’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Yemenê got: “Nûnerê NY`yyê Martin Griffiths jî li kêleka nûnerê Amerîka yê Yemenê Tim Lenderking, ji bo gihaştina peymaneke aştiyê li Yemenê li herêmê dest bi hevdîtin û tevgerê kir.

Hemwextî van tevgeran, şandeyeke Amerîkayê ya payebilind ku ji şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Derek Chollet, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, birêveberê karên alîkarê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Dûr Joy Hood û cîgira alîkarê wezîrê parastinê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Dana Stroll pêk tê, gihaşt herêmê.

Şandeya ku dê gera wê di 7`ê Gulanê de bi dawî bibe, dê bi rayedarên payebilind ên hejmareke welatên Ereban re hevdîtinan pêk bîne û têkiliyên siyasî, aborî, çandî û ewlehî yên demdirêj di navbera DYA û hevkarên wan ên herêmî de, nîqaş bike.”

(cx)