​​​​​​​Waliyê Felûce yê çeteyên DAIŞ’ê hate girtin

Îstîxbarata Iraqê ragihand ku hêzên Iraqê waliyê DAIŞ yê Felûce girtine.

​​​​​​​Waliyê Felûce yê çeteyên DAIŞ’ê hate girtin
3 gulan, 2021   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê, waliyê çeteyên DAIŞ’ê, Ebû Elî El-Cemîlî ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye girtin.

Berdevkê artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku piştî ku Enbar ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, Elî El-Cemîlî çûbû Sûriyeyê û piştre carek din vegeriya bû Iraqê. Yehya got ku Elî El-Cemîîl weke cîgirê waliyê Mûsilê hatibû destnîşankirin û piştre jî weke waliyê Felûceyê.