Xetîb Dîcle: Dixwazin di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gelê Kurd qir bikin

Siyasetmedarê Kurd Xetîb Dîcle diyar kir ku li dijî gelê Kurd konsepteke nû tê meşandin û got “Li hemberî van êrişan divê gelê Kurdistanê bi gerîla re bibe yek.”

Xetîb Dîcle: Dixwazin di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gelê Kurd qir bikin
3 gulan, 2021   02:51
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Di 24’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir. Roja din dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê berfirehtir kirin. HPG'ê der barê êrişan de da zann ku gerîla berxwedaneke dîrokî dimeşîne û diyar kir ku gelek leşker hatine cezakirin û derb li helîkopteran xistine.

Siyasetmedarê Kurd Xetîb  Dîcle ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku operasyona berfireh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di salvegera Komkujiya Ermenan de pêk tê û got:  “Li dijî gelê Kurd konsepteke nû ya topyekûn dane destpêkirin.”

Xetîb Dîcle bal kişand ser aliyê dîrokî yê êrişa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha axivî: “Şopên tiştên ku îro em dibînin, kokên xwe yên dîrokî hene. Eger em bi vê rastiya diyalektîk tev bigerin, dersên mezin hene ku em ji van sed salên dawîn ên dîroka Kurdistanê hîn bibin. Qada êrişa qirkirinê ya 24’ê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate berfirehkirin. 24’ê Nîsanê dîrokeke girîng e. Salvegera qirkirina Îttîhat û Terakkiyê ye Împaratoriya Osmanî ye ku li dijî gelên Ermen, Asûr û Pontûsê di şerê Şerê Cîhanê yê Yekemîn pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Nîsanê de dest bi vê êrişê kir û ev peyam ji Kurdan re şand; çawa ku me gelê Ermen li vê xakê qir kir, niha dora we ye. Peyam ew e ku em ê bi heman rengî qirkirinê bikin.”

Dîcle destnîşan kir ji bo ku were fêmkirin ka dewleta Tirk dixwaze çi bike, divê mirov li dîroka wê binihêre û wiha dewam kir:  “Îttîhat û Terakkî di 24’ê Nîsana 1915'an de çi kir? Di wê demê de hemû rewşenbîr û siyasetmedarên Ermen û malbatên wan bi taybetî jî li Stenbolê, di operasyoneke nîvê şevê de li hev civandin û piraniya wan piştre bi darve kirin. Hin ji wan bi awayên cuda hatin qetilkirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi qasî milyonek û nîv Ermen, Asûrî-Suryan û Pontûs-Yewnan hatin qirkirin û qirkirin. Di wê demê de bernameya Îttîhat û Terakkiyê ji bo gelên misilman çi bû? Ji bo gelên misilman, bi taybetî jî gelê Kurd bi rêya qirkirina çandî bikin Tirk û li ser axa Anatolya û Mezopotamyayê bi temamî ji holê rakin.”

'DEWLETA TIRK PLANA ŞERQ ISLAHATÊ JI NÛ VE AKTÎF KIR'

Xetîb Dîcle got: “Bi Destûra 1924’an re û piştre jî bi Plana Şerq Islahatê ya sala 1925’an re êrişên qirkrinê yên li dijî Kurdan dest pê kir. Komkujiya Koçgiriyê (1921), komkujiya piştî Serhildana Şêx Seîd (1925) û Komkujiya Dêrsimê (1937-1928) parçeyên vê konsepte bûn. Divê qet gumana me ji vê yekê tune be; Plana Şerq Islahatê wekî destûra veşartî ya dewleta Tirk e. Di çarçoveya vê planê de polîtîkayên xwe dimeşînin.” 

Siyasetmedar Xetîb  Dicle diyar kir ku Plana Hilweşandinê ku di sala 2014’an de li dijî gelê Kurd wek polîtîkayekê hate danîn, dewama Plana Şerq Islahatê ye û got: “Bi vê yekê armanc dikin ku qirkirina Kurdan temam bikin. Qirkirina Kurdan bi tenê ji aliyê fizîkî ve pêk nayê. Li ser vê yekê, qirkirina çandî jî heye û qirkirina siyasî jî heye. Mînak; ev sed sal e bi destê dewleta Tirk tê xwestin ku ziman û çanda kurdî were tunekirin. Kesên ku li Bakurê Kurdistanê xwendiye, bi asîmîlekirinê re rû bi rû bûne û bûne şahidên helandina çanda kurdî. Bê guman ev 30 salên dawîn Kurdan di nava siyaseta demokratîk de gavên cidî avêtine. Li hemberî vê yekê jî bê helwest neman û operasyonên qirkirina siyasî dan destpêkirin. Ji bilî qirkirina çandî û siyasî, di dema pêwîst de qirkirina fîzîkî li demê belav dikin û wek polîtîkaya dewleta Tirk tê bicihkirin.”

Xetîb Dîcle wiha dewam kir: “Ev konsepta qirkirinê ya ku îro tê meşadin, ne tenê li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ye. Bi van êrişan re hemû Kurdên li Başûr, Rojava û Rojhilat dikin hedef. Divê ev rewş rast bê xwendin û rast bê nirxandin. Ez ji te re mînakekê bidim. Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bulent Ecevît her tim wiha digot “A rast, sînorên me yên bi Iraqê re şaş in. Diviyabû ev sînor 20-30 km kûrtir bibûna” û bi vî rengî bi awayekî gelekî zelal destnîşan dikir ku planên wî hene ku heta Mûsil û Kerkûkê û tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

‘DI DEMA REFERANDUMA SERXWEBÛNÊ DE DIJMINAHIYA HERÎ MEZIN KÊ LI WAN KIR?’

Siyasetmedarê Kurd Xetîb  Dîcle bertek nîşanê daxuyaniya dawîn a Mesrûr Barzanî ya ji televîzyona El-Cezîreyê re da ku tê de gotibû 'Tirk tenê li dijî Kurdên PKK'yî ne' û got: “Ez ji wan dipirsim ku kê ji wan re neyartiya herî mezin kir, ji ber referanduma deklerasyona dewleteke serbixwe? Ma ne ev dewleta Tirk û Erdogan bi xwe bûn? Jibîrkirina dîrokê û ev qas xwe xapandin, bi rastî jî tu carî ne layiqî siyasetmedarekî Kurd e. Ez ditirsim ku em şahidiya vê dikin. Ya ku em dibînin ev e. Êrişên îro yên leşkerî parçeyek ji konsepta li dijî tevahî gelê Kurd in.”

Xetîb Dîcle xuya kir ku divê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP'ê wek parçeyekî vê konsepta tunekirin û qirkirinê bên dîtin û got: “Konsepta êrişê ya li hemberî HDP'ê, li ser esasê pêvajoya Kobanê derket holê û operasyoneke siyasî ye. Êdî divê vê yekê wek êrişeke topyekûn bibînin û yekitiya neteweyî ya hemû Kurdan bi pêş ve bibin û vê konsepta êriş û qirkirinê têk bibin. Ya rast ev e. Yên ku vê yekê nebînin, li hemberî dîrokê berpirsyar in. Ji ber ku gelê Kurd îro li hemû parçeyan bi gefa êrişan re rû bi rû ye.”

Xetîb Dîcle li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybetî Rojava jî got: “Rojava bi rojan e di bin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Ma kevirek ji Rojava hatiye avêtin? Divê van hemû rewşan rast û baş analîz bikin. Divê tevgerên siyasî yên Kurd li dijî van êrişên qirkirinê hêza xwe bikin yek û piştgiriya hev bikin. Em tenê bi piştgiriyê ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn didome, îro dikarin bibin xwedî statu. Nexwe çawa ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di bin çavdêriya Almanan de Qirkirina Ermeniyan pêk hat, îro jî bi bêdengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yan jî Yekitiya Ewropayê (YE) dewleta Tirk hewl dide di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Kurdan qir bike.”

Dîcle destnîşan kir ku hemû cîhan li hember êrişên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne, bê deng maye û wiha got: “Li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdengiyeke navneteweyî heye. Ji aliyekî ve serokê DYA'yê Biden ku Qirkirina Ermenan qebûl kir, li aliyê din jî li hember pejirandina qirkirian Kurdan bê deng dimîne. Bêyî erêkirina DYA'yê balafirên keşfê yên bêmirov nikarin li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bifirin. Divê ji vê helwest û nêzîkatiyê dersên dîrokî bên girtin. Heke em vê fêm nekin, divê em bizanin ku tevahiya gelê Kurd di nava xetereyeke mezin de ye.”

‘HAYA WAN JI VÊ ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ HEBÛ’

Siyasetmedar Xetîb  Dîcle wiah pê de çû: “Helwest û nêzîkatiyên hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê yên li pêşberî êrişa dagirkeriyê, nîşan didin ku destê wan di êrişan de heye. Yên ku li pêşberî van êrişên qirkirinê bê deng dimînin, bi awayekî zelal hevkar in. Bi vê êrişê dizanin. Dewleta Tirk dibêje em van êrişan bi erêkirina hevkar û hêzên xwe yên li herêmê pêk tînin, behsa NATO, Amerîka û YE'yê dike. Û hêzên li vê herêmê kî ne? Bê guman ev hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne.”

Dîcle diyar kir ku Plana Hilweşandinê ya li dijî gelê Kurd ku di sala 2014’an de derket holê, niha li dijî gelên li her çar parçeyên Kurdistanê didome û nirxandina xwe wiha domand:  “Ambargoya li ser Mexmûrê, hem gefa li ser Şengalê hem jî êrişên dawîn, her wiha provokasyonên koma çete ya Dîfaa El-Wetenî ya hikumeta Şamê ya çend roj berê li Qamişloyê, êrişên li ser Eyn Îsa û Til Temirê, hemû parçeyên heman konseptê ne. Bêyî ku mirov van hemûyan bi hev re bibîne û di fîltreyekê re derbas bike, ne mimkun e ku mirov rastiyê bibîne. Divê em dersên dîrokî ji neyekbûna xwe ya yekitiya neteweyî derxin ku me 100 sal berê pêk neanî. Nexwe em nikarin bi bedeleke ew çend giran pozîsyonên me bi dest xistin, biparêzin. Ev ji bo hemû gelê Kurd wiha ye. Hebûna Kurdistaneke fedaral a li Başûr, qezenca tevahiya gelê Kurd e. Eger em Kurd van helwestên xwe di yekitiyê de nedomînin, bawer bikin îhtîmala dilgiraniyeke mezin heye mîna me sed sal berê kir. Li êrişên îro binêrin; em di qonaxekê de ku di navbera serkeftineke mezin û windahiyeke mezin de ye. Ji bo vê jî her kes li dijî van geşedanan neçar e ku çarenûsa gelê Kurd bi wateyeke dîrokî bi rê ve bibe. Ev yek ji bo gelê Kurd erk û berpirsyariyeke dîrokî ye.”

‘GELÊ KURD MECBÛR E BI GERÎLA RE BIBE YEK’

Di dawiyê de siyasetmedar Xetîb Dîcle destnîşan kir ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê divê bi gerîla re bibe yek û wiha lê zêde kir:  “Li dijî van êrişên dagirkeriyê yên li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava divê gelên Kurdistanê bi gerîla re bibin yek. Çawa ku gerîla bi fedakariyeke mezin bersivê dide van êrişan. Divê hemû gelê Kurd û dostên wan piştgiriya gerîla bikin. Gerîla dixwaze tevkariyê li vê meşa serkeftinê bike. Rêber Abdullah Ocalan her dem digot “Eger hûn nikarin tiştekî bikin jî dua bikin”. Her kes xwedî ew qas tişt e. Gelê Başûrê Kurdistanê bi fedakariyên mezin ew statu bi dest xist. Bedeleke mezin da. Jixwe ne mimkun e ku gelê Başûrê Kurdistan bê deng bimîne. Ez bawer im ku haya gelê Başûrê Kurdistanê ji têkoşîna bi salan a PKK'ê heye. Heta kêliya dawîn jî dê destekê bide wî şerî. Ev yek li Şengalê dît. Gelê Başûrê Kurdistanê jî dît ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Başûrê Kurdistanê dikin. Êrişa li dijî Kerkûkê jî hêza herî dawîn a gerîla ya vekişînê bû. Ji ber vê yekê, gerîla niha li navenda dînamîzma şoreşgerî ya li Başûrê Kurdistanê ye. Divê gerîla were destekkirin û pê re biibn yek.”

ANHA