Nakokiyên di navbera komên alîgirên Îranê û yên girêdayî hikumeta Şamê de zêde dibin

Li başûrê Şamê nakokiyên di navbera komên alîgirên Îranê û komên leşkerî yên Furqeya 4'an a girêdayî hikumeta Şamê de zêde dibin.

Nakokiyên di navbera komên alîgirên Îranê û yên girêdayî hikumeta Şamê de zêde dibin
2 gulan, 2021   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji Adara derbasbûyî ve, li herêmên başûrê Şamê şerê di navbera komên alîgirên Îranê û komên leşkerî yên Furqeya 4'an a girêdayî hikumeta Şamê de didomin.

SOHR, ragihand ku sedam van nakokiyan ew e ku komên alîgirên Îranê hin rêyên şaxî û yên sereke yên di navbera herêma Seyida Zeyneb a herêma Bebîla û Hicêra ya başûrê Şamê de bi satirên axê girtine û komên çekdar li ser rêyan belav kirine ku tevgera çûn û hatinê asteng dike.

SOHR diyar kir ku di demên dawî de nakokiyên di navbera her du aliyan de zêde bin, nemaze piştî ku endam û fermandarên ji "Tevgera El-Neceba" ya Iraqê dest danîn ser hin baxçe û avahiyên li herêmên di navbera Bebîla û Seyida Zeyneb de û xwe lê bi cih kirin, ku hemwextî wê komên ji Furqeya 4'an a girêdayî hikumeta Şamê tevgera navborî asteng kir û li hin cihên derdora herêmê xwe bi cih kirin.

Şerê sar ê di navbera her du aliyan de didome, lê hîna negihiştiye şerê çekdar.

Li gorî SOHR, beriya çend rojan endamên Furqeya 4'an hewl dan rêyeke di navbera Hicêra û Seyida Zeyneb de ku komên îranê girtibû, vekin, lê komên îran hewldan asteng kirin û alavên wê yên giran ên rakirina satirên axê rawestandin. SOHR diyar kir ku di encama vê yekê de şerê bi axaftinan di navbera her du aliyan de derket.