Dîmenê çalakiya gerîlayan a li Zapê hate weşandin

Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Zapê weşand. Çalakî di 26’ê Nîsanê de hatibû kirin û 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn cezakirin.

Dîmenê çalakiya gerîlayan a li Zapê hate weşandin
2 gulan, 2021   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê berê ev daxuyanî dabû:

 “Di 26’ê Nîsanê de hêzên me dagirkerên li berpalên Girê Şehîd Serxwebûn a Zapê xistibû bin kontrola xwe. Hêzên me di heman rojê de saet di 07.00’an de ji nêz ve li dagirkeran dabû. Di vê çalakiyê de herî kêm 8 dagirker hatibûn cezakirin. Di dema çalakiyê de hêzên me li droneyên dagirkeran jî dabû û Drone ji qadê vekişiyabûn.”

Gerîla Tv dîmenê vê çalakiyê parve kir.