Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana gerîlayan silav kir

Şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, dewleta Tirk çi bike nikare vîna wan bişkîne.

Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana gerîlayan silav kir
2 gulan, 2021   15:17
ŞEHBA

Meclisa Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar xist. Bi dehan koçberên Efrînê yên li kampê tev li meşê bûn.

Meş ji ser rêya sereke ya kampê dest pê kir. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana lehengên me yên li çiyayê azad", "Serekftina li Zap, Avaşîn û Metîna misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" û "Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriyê têk bibin" hilda bûn û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan berz kirin.

Meş li pêşiya navenda meclisa kampê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê rêveberiya Meclisa Kampa Serdemê endamê rêveber ê meclisê Hesen Osman axivî û got: "Me ev meş li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xistiye da ku îsbat bikin ku gelê Kurd dê di her rewşan de têkoşîna xwe bidomîne."

Osman bal kişand ser komployên li dijî gelê Kurd û hewldanên asîmîlekirin û wiha dom da axaftina xwe: "Em dibînin ku her tim gelê Kurd li ser xaka xwe ya Kurdistanê rastî komplo û hewldanên asîmîlekirinê tê, ji rojhilatê Firatê destpê bike ku avê li ser sivîlan qut dike, ev yek di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin, niha jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê dê bi ser nekeve, ji ber ku tevahî gel bi fikirê rêber APO ve girêdayî ye."

Ji rêveberên Kongreya Star a Kampa Serdemê Saliha Mihemed jî got: "Dewleta Tirk her tim hewl dide şer li tevahî parçeyên Kurdistanê biafirîne, lê em dibînin ku gerîla li çiyayên azadiyê berxwedaneke mezin li hemberî dewleke mezin mîna Tirkiyê raber dike û wê neçar dike ku ji çiya vekişe."

Saliha Mihemed îşaret pê kir ku ji bo wê berxwedanê jin bi vîn û îsrareke xurt çek hilgirt û li hemberî dewleta faşîst a Tirkiyê sekinî û ji bo azadî û ewlehiya gelê xwe xwe feda dike.

Saliha Mihemed di dawiyê de got: " Dewleta Tirk çi bike wê nikaribe vîna gelê Kurd, bi taybet kurdên efrînî bişkîne û girêdana di navbera wan û gelên din de qut bike. Em bi lehengên ku li çiyayan li ber xwe didin serbilind in."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zwShxMAAxa0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>