Însiyatîfa  Keziyên Kesk hişyarî ji bandorên kêmkirina avê li jîngehê da

Însiyatîfa Keziyên Kesk bi daxuyaniyekê qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û hişyarî li ser rûdana karestekê jîngehî da.

Însiyatîfa  Keziyên Kesk hişyarî ji bandorên kêmkirina avê li jîngehê da
2 gulan, 2021   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Keziyên Kesk, projeyeke jîngehî ye, ji aliyekî gelek dilxwazan ve hatiye avakirin. Armanca vê însiyatîfê;  zêdetirî 4 mîlyon şitil li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin çandin, da ku rûbera keskahî were ji zuhabûnê were parastin, ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firatê hewl dide xwezaya herêmê xirab bike.

Daxuyanî bi beşdarbûna enadmên însiyatîfê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hate xwendin. Endamê însiyatîfê Ciwana Aras bi zimanê ingilîzî û ji damezrînerên însiyatîfê Mihemed Çiqmaqî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagireker bi qutkirina ava çemê Firatê û bêparhiştina Sûriyê ji para wê şerekî qirêj li dijî gelên herêmê dimeşîne. Her wiha hate diyarkirin ku bi vî kiryarî tevahî lihevkirinên der barê parvekirina ava çemê de ya ku li gel Neteweyên Yekbûyî tomar kiriye, bin pê dike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bandora kêmkirina ava çemê Firatê û wiha hate domandin: "Dê ziyanê bighîne jîngehê, gefa zuhakirin û hilweşîna tebaqeya keskahî li hezaran hektar erd dixwe. Di heman demê de dê bandorekê li hevsengiya jîngehî û berhemên sewaldarî û masiyan bike û bibe sedema şorbûna axê."

Di daxuyaniyê de hişyarî ji encamên kêmkirina asta avê hate kirin û wiha hate gotin: "Dê ax zuha bibe, di encamê de dê hêmanên ku keskahiyê têr dike, xilas bibin. Li aliyekî din dibe ku hevsengiya pirrengiya biyolojîk xira bibe, ji ber ku dê bibe sedema jinavbirina cûreyên nebat û ajalan. Her wiha dê bibe sedema derketina nexweşiyan ji bo mirovan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew di Însiyatîfa Keziyên Kesk de û bi navê avakarên wê û hemû alîkaran van sûcan şermezar dikin û bang li saziyan, rêxistinan, çalakvan, partiyên xwazayî û dewletên ku di lûtkeya Parisê de ya ji bo av hewayê îmzr kiriye, kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ji nû ve ava Firatê berde da ku rê li ber karesatên tên texmînkirin, bigire. 

(dm)

ANHA