Di êrişên DAIŞ`ê de kuştî û birîndarên hikumeta Şamê hene

Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li gundewarên Tedmurê herî kêm 12 kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn.

Di êrişên DAIŞ`ê de kuştî û birîndarên hikumeta Şamê hene
2 gulan, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê bi awayekî dijwar herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê li çiyayê El-Beşerî yê nêzî sînorê navbera Dêrazorê, Reqayê û sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê bombebaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê, komên alîgirên wê û Rûsya amadekariyê dikin da ku li dijî DAIŞ`ê li bejahiyên Hema û Reqayê operasyoneke befireh li dar bixin.

Di nava çend saetên dawîn de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin û herî kêm 8 jî di hedefgirtina çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Tedmurê li çolistana rojhilatê Humisê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihandibû ku sewqiyatên leşkerî ber bi çolistana Sûriyê ve çûn ku ji Firqeya 11`an a hikumeta Şamê, Firqeya 25`an bi serkêşiya Suhêl El-Hesen, Feyleqa 5`an ê alîgirê Rûsyayê pêk dihatin.

 (bx)