Meclisên Gel ên Reqayê: Divê dewleta Tirk pabendî lihevkirinên navneteweyî be

Saziyên sivîl ên gundewarên Reqayê bi daxuyaniyên cuda siyasetên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk pabendî lihevkirinên navneteweyî be.

Meclisên Gel ên Reqayê: Divê dewleta Tirk pabendî lihevkirinên navneteweyî be
2 gulan, 2021   13:01
REQA

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina çemê Firatê li dijî Rêveberiya Xweser wek çekekê bi kar tîne. Gelên herêmê nerazîbûnên xwe li hemberî wan siyasetan nîşan dan û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku yekser mudaxele bikin da ku wan sûcên dewleta Tirk  rawestînin.

Ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk, endamên şaredarî û meclisa giştî ya gundewarên bakurê Reqayê li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarokê Hezîme kom bûn û tev li daxuyaniya meclisê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Giştî Fewaz El-Cercîs ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em îro ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên  dermirovî li vir kom bûn ku dixwaze Osmaniyan vejîne. Dewleta Tirk destpêkê bi hinceta parastina sînorên xwe bi rêbazên dijmirovî û li dijî xwezayê axa Sûriyê dagir kir. Darên zeytûnê qut kirin, şêniyên resen dan koçberkirin û gelek sivîl girtin û îşkence li wan kir.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze demografiya herêmê biguherîne û hat diyarkirin ku siyasetên dewleta Tirk di vir de sînordar nema, lê belê bi rêya avê şerê herêmê dike ku dewleta Tirk jêdera bingehîn a çandiniyê anku ava çemê Firatê bi ser herêmê de birî.

Her wiah bi dehan şêniyên gundewarên Reqayê, cotkar û endamêm meclisên herêmî li ser berava çemê Firat a nêzî stasyona avê ya ku dê ji ber qutbûna avê bisekine, kom bûn û daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê Meclisa Gel a El-Hosê Ebdullfetah El-Miftah daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2021/05/02/111524_khlal-byan-mjals-alshab-bryf-alrqh-ttalb-birsal-kmyat-almyah-almtfq-alyha-28229.webp

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Sûriyê ji mêj ve li ser berava çemê Firat dijî û ji ber şerên li dijî wan hatine kirin û ji ber qutkirina Tirkiyê ava wê, ev çem bû jêdera êş û azarên wan û hate gotin: “Dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî gelê Sûriyê li ser kesekî nayê veşartin. Ev dijminatî ji dijminatiya Îranê û Îsraîlê ne kêm e. Bi armanca vejandina serfiraziyên dewleta osmanî û şikandina vîna gelên herêmê bi hemû rêbazên wêraniyê şerê herêmê dike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê hate kirinû ev yek hat destnîşankirin: “Dewleta Tirk ava çemê Firatê li paş bendavên xwe digire, ev yek jî zirar bi zindiyên li herêmê kir. Ji ber sûcên dewleta Tikr asta çemê Firatê kêm bû, stasyonên kehrebeyê nema dikarin kehrebeyê derxin, ava pêwîst ji bo avdana zeviyan kêm bû û heta stasyonên ava vexwarinê jî rawestînin. Ev yek nîşaneyên rûdana keraseteke mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên hiqûqî, navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî dewleta Tirk bisekinin û fişarê lê bikin da ku ava çemê berde, para Sûriyê ji avê bide wê, ji kiryarên ne exlaqî dûr keve û bi van rêbazên qirêj zextê li ser gel û vîna gelên Sûriyê neke.

(şx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AufMLg-5Zak" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9X6WWluzVJc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>