Berdevkê Rûspiyên Minbicê: Tirkiye avê qut dike da ku planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne

Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk gelê Sûriyê tîh dike, da ku li Sûriyê planên xwe pêk bîne û projeya rêveberiyê derbe bike.

Berdevkê Rûspiyên Minbicê: Tirkiye avê qut dike da ku planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne
2 gulan, 2021   01:49
MINBIC

Ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker rêjeya para Sûriyê ya ji ava çemê Firatê kêm kiriye. Li gorî lihevkirina li ser parvekirina ava çemê Firatê ku sala 1987'an di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hatibû îmzekirin, divê Tirkiyê di saniyekê de 500 metrekab ava çemê bide Sûriyê, lê tenê 200 metrekab dide.

Di encamê kêmkirina avê de, saetên dayîna kehrebê jî kêm bûn, zirar gihaşt qada çandiniyê, di heman demê de gefa qirêjkirina ava çemê dixwe ku pirraniya bajarên Sûriyê ji bo ava vexwarinê bi kar dianîn.

Der barê mijarê de, Berdevkê Rûspiyên Bajarê Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û got: "Dema ku kufletên malekê li hev nekin, cîranên xerab sûdê ji vê yekê digirin, pirsgirêka Sûriyê jî ev e ji ber ku yekitiya wê tune ye, dewleta Tirk ji vê yekê sûdê digire."

Mihemed Sadiq El-Isêdî destnîşan kir ku dewleta Tirk tevahî cûreyên sûcan li djiî gelê Sûriyê pêk anîn û got, piştî ku destwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê de bi bin ket, dest bi qûtkirina avê kir. El-Isêdî ev xal li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk îdîaya îslamê dike, lê îslam bi van kiryaran ranabe û banga dilovanî û aştiyê dike."

El-Isêdî diyar kir ku rejîma Tirkiyê sûcdar e û ger yekitiya gelê Sûriyê heba dê Erdogan û hikumeta xwe nekarîba ev mijar ji bo pêkanîna planên xwe  yên sûcdar li Sûriyê bi kar bianya.

Mihemed Sadiq El-Isêdî da zanîn ku dewleta Tirk bi kêmkirina rêjeya ava Firatê qetilkirin û tîhkirina gelê Sûriyê dixweze, da ku li Sûriyê planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne û ji ber ku qutkirina avê dê bibe sedema nexweşiyên xeter ji bo gelê Sûriyê.

Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî di dawiyê de got: "Em şêniyên eşîran piştgiriya QSD`ê dikin û banga yekitiya gelê Sûriyê dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin, da ku pirsgirêka avê çareser bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7TG5ZBZsRZE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>