ꞌGelê Kurd dê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk têk bibeꞌ

Rewşenbîran diyar kir ku gelê Kurd dê hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê û tunekirina hebûna gelê Kurd têk bibe. Rewşenbîran da zanîn ku bêdengiya hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê îsbat dike ku piştgiriyê dide êrişên li ser Kurdistanê.

ꞌGelê Kurd dê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk têk bibeꞌ
1 gulan, 2021   23:37
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmên çiyayê Kurdistanê û herêma Şengalê êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Ev êriş di nava bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de têne kirin.

/kr/uploads/files/2021/05/01/185238_-.webp

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîrên Navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên axivî û got: "Piştî berxwedana dîrokî ya lehengî ku gerîlayan li çiyayê Garê raber kir û artêşa Tirk a dagirker bi bin xist, careke din êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê dîsa jî dê serkeftin para gerîlayan be. "

Hisên destnîşan kir ku binketina artêşa Tirk a dagirker a li çiyayê Garê hişt ku parlamantoya tirî hesab ji aliyên leşkerî bixwaze.

Mihemed Hisên ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Armanca êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar in, armanc jihevxistin û dagirkirina parçeyên Kurdistanê ye, her wiha têkbirina çanda gelê Kurd û dîroka wan e. Lê belê têkoşîna vî gelî ya di pêvajoya salan de ji dijmin re isbat kir ku gelê Kurd li ber xwe dide, bi vîna xwe tê dikoşe û dê bi bin nekeve."

Têkildarî helwesta hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Hisên ev pirs kir:"Çawa dewletek dikare li hemberî dewleteke din ku gelê wê qetil dike û erda wê topbaran dike bêdeng bimîne?". Her wiha got: "Helwesta hikumetê ji me diyar dike ku ew alîkarê dagirkeriya Tirk e ya ku komkujiyan li dijî gelê me pêk tîne. Ev bêdengî û alîgirî dê xaleke şerm li ser eniya wê bimîne."

/kr/uploads/files/2021/05/01/185311_-.webp

Li aliyekî din jî Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Navçeya Dirbêsiyê Ekrem Derwîş axivî û got divê hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê li hemberî gelên xwe bi erka xwe rabin û êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê rawestînin.

Derwîş bang li her du hikumetên navborî kir ku helwesta xwe ya li hemberî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar bike û bang li gelê Kurd jî kir ku li hemberî van êrişên ku hewldana têkbirina hebûna wan dike, bê deng nemînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9jG_NKvC03k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>