​​​​​​​‛Ji bilî Erdogan tu kesî şerê bi avê nekiriye’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi şerê ku ji dorpêç û çekan tundîtir bi nav kir û bang li NY û rêxistinên peywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku şerê qirkirinê li dijî gelê Sûriyê rawestîne.

​​​​​​​‛Ji bilî Erdogan tu kesî şerê bi avê nekiriye’
2 gulan, 2021   00:46
HELEB-MIHEMD EBDO

Dewleta Tirk a dagirker bikaranîna ava çemê Firatê weke kaxezeke şantajî berdewam dike, dewleta Tirk para Sûriyê ji ava çemê Firatê ku ji bo vexwarinê, avdanê û dayîna kehrebeyê ji Heleb û Reqayê qut dike.

Têkildarî mijarê, şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ku ji ber qutkirina bênavber a avê azaran dikişînin, axivîn.

‛ERDOGANÊ KU XWE MISLIMAN DIHESIBÎNE, AVÊ LI SER ME QUT DIKE’

/kr/uploads/files/2021/05/01/192315_-.webp

Şêniyê Ereb Ehmed Ebû Ebdullah, sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê, bi taybet sûca qutkirina avê, şermezar kir û wiha got: "Heger dewleta Tirk avê ji bo sedemên siyasî qut dike, gunehê gelê Sûriyê tune ye ku av li ser were qutkirin. Ji ber ku xwedê av daye me, ew kî ne ku para me ya avê nedin. Ev fikirê Osmanî ye ku xêr û bêrên gelan û qûta wan sûdê werdigire."

Ebû Ebdullah destnîşan kir ku Erdogan avê li ser wan qut dike û wiha domand: "Me ji kesî nebihîstiye ku bi rêya qutkirina avê şerê gelan tê kirin, Erdogan tenê yê ku xwe misliman dihesbîne vî şerî dimeşîne."

‛ŞERÊ AVÊ JI ÇEKAN DIJWARTIR E’

/kr/uploads/files/2021/05/01/192330_-.webp

Şêniya bi navê Gulistan Xelîl diyar kir ku ji beriya hefteyekê ve av li ser wan qut e, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker deriyên bendavan girtine û avê bernade û wiha got: "Em êdî heta derengiya şevê dimînin ku avê dabîn bikin. Em bi saetan dimînin da ku heta nîvsaetekê di rojê de av were."

Li ser bandorên kêmbûna para ferd ji avê re Gulistan Xelîl wiha domand: "Pêdiviya her kesî bi avê heye, çi vexwarin an jî xwaringeh an jî paqijî be. Yên herî zirarê dikişînin zarok in. Ev yek di demeke ku pandemiya vîrusa Koronayê berbelav e de pêk tê û dezenfekteya bingehîn jî av e û divê em ji bîr nekin ku qutkirina avê bi rasthatina meha pîroz a Remezanê pêk hat."

Gulistan Xelîl di dawiyê de got şerê avê pir xeter e û ji dorpêç û şerê çekan dijwartir e.

'DIVÊ AV ZÊDE NEYÊ XERÇKIRIN'

/kr/uploads/files/2021/05/01/192634_-.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Elî jî wiha got: "Dewleta Tirk ne tenê bi çek û mûşekan şerê me dike, di heman demê de bi qutkirina avê jî şerê me dike, li aliyekî herkîna ava çemê Firatê kêm dike û li aliyekî din jî stasyona Elok a ku avê dide Hesekê naxebitîne."

Elî diyar kir ku di vê demê de pêdivî bi berpirsiyartiya nerijandina zêde ya avê heye û hişyarî li hember vê rewşa niha da û wiha got: "Dibe ku sibe rewş xirabtir bibe û em bi hesreta van rojên ku dijîn bin. Ji lew re divê em hay ji vê rewşê hebin û avê zêde xerçnekin."

Mihemed Elî di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku qanûnên navneteweyî pêk bînin û şerê avê ku li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, rawestîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GcJJg6Hkoek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>