ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2021
1 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi şerê ku ji dorpêç û çekan tunditir wesif kir û bang li NY’yê û rêxistinên pêywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku şerê qirkirinê li dijî gelê Sûriyê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk gelê Sûriyê tîh dike, da ku li Sûriyê planên xwe pêk bîne û projeya rêveberiyê derbe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rewşenbîran diyar kir ku gelê Kurd dê hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê û tunekirina hebûna gelê Kurd têk bibe. Rewşenbîran da zanîn ku bêdengiya hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê îsbat dike ku piştgiriyê dide êrişên li ser Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo têkildarî siyaseta guhertina demografî ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne hişyarî da û got, dewleta Tirk hewl dide di pêşerojê de dijminahiyê di navebera pêkhateyên herêmê de biafirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê û PDK`ê peymaneke girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî li Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrîna êzidiyan û xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî 6 mehan ji peymanê çi li Şengalê qewimî û diqewime.? (BI WÊNE).

CÎHAN

- Çavkaniyan eşkere kir ku balafireke Rûsî ku çavkaniya wê Îsraîlê ye û kesayetên payebilind tê de bûn, gihişt balafirgeha Himêmîmê, ev yek gumanan der barê hewldanên Rûsyayê yên avakirina têkiliyên di navber Şam û Îsraîlê de çêdike. Li aliyekî din çavdêr dibêjin ku îtîrafa Washingtonê ya bi Komkujiya Ermenan re, destpêka şerê bi Erdogan re ye. (BI WÊNE).

CIWAN

-Bi armanca piştevaniya bi pêngava berxwedanê ya "Bazên Zagrosê" ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker raber dikin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê konnê seferberiya giştî li navçeya Girkê legê vedide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di encama nebarîna baranê de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziwabûn heye, li gel wê jî rêjeya avê çemê Firatê pir kêm bûye û di encamê de mewsima çandiniyê bi bin ket û şênî azaran dikişînin û li rêyên kevn ên çinîna berhemên xwe vegerîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA