Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, di heman demê de bi zanabûn şêniyên gundên nêzî eniyên şer dan koçberkirin û siyaseteke sosret li dijî wan meşand.

Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in
Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in
Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in
Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in
Gundên wêrankirî yên Girê Spî şahidên hovîtiya dagirkeran in
1 gulan, 2021   00:37
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Ji 15 mehan ve tu dezgeheke çapemeniyê nikarî derbasî eniyên şer ên li rojavayê kantona Girê Spî bibûye. Tenê ajansa me (ANHA) asta wêraniya li gundên nêzî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, şopand.

Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya salek û 6 mehan de bi çekên giran, tank û moşekan gundên Bîr Ereb, Qurinful, Gobirlek, Bîr Zinar û Qizelî topbaran kirin û gund wêran kirin.

Ruxmî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji tevahiya xeta sînor bi kûrahiya 32 kîlometreyan li başûrê rêya M4 vekişiya, lê gund bi zanabûn hatine wêrankirin.

` DEWLETA TIRK BI ZANEBÛN GUNDAN WÊRAN DIKE`

Meclisa Kantona Girê Spî di demeke berê de teqez kiribû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka destwerdana wê ya li ser navçeya Eyn Îsayê ve bi zanabûn 6 gundên li ser rêya M4 wêran kirine.

Meclisê destnîşan kiribû ku di çend mehên dawî de û li gorî wêne û dîmenên ku ji herêmê hatine kişandin, gundên biçûk bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi sedan topan hatine hedefkirin.

Di encamê de bi dehan malbatên ji gundewarê rojavayê kantona Girê Spî û gundên li ser rêya M4 neçar man ku ji warên xwe koçber bibin û li Kampa Til El-Semin a li başûrê bajarokê Eyn Îsayê bi cih bibin. Hinek din jî ber bi bajarên Reqa û Kobanê ve koçber bûn.

DAXWAZÊN SERDANKIRINA HERÊMÊN WÊRANKIRÎ Û EŞKEREKIRINA RASTIYAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo ji ANHA`yê re axivî û bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Navneteweyî kir ku serdana herêmên ku rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker hatine bikin, rastiyê eşkere bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan belge bikin.

Rêveberiya Xweser di demeke berê de bang li hêzên garantor Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê kir ku rolekê bilîzin û destwerdana dewleta Tirk rawestînin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên 9`ê Cotmeha 2019`an dabû destpêkirin de rûberên fireh di navbera herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de dagir kirin.

Di 23`yê Cotmeha 2019`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji tevahiya sînorên bi Tirkiyê re bi kûrahiya 32 kîlometreyan di nava axa Sûriyê de vekişiyan, di hewldanekê de ku rê li pêşiya Tirkiyê bigire ku herêmên din ên ser sînor dagir neke û da ku Rûsya û hikumeta Şamê ewlehiya herêmên eniyên şer misoger bikin.

(şx)

ANHA