'Armanca êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina statûya kurdan e'

Siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldaneke ji bo têkbirina statûya kurdî ye. Siyasetmedan bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê  kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwestên cidî bistînin.

'Armanca êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina statûya kurdan e'
30 nîsan, 2021   02:48
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Artêşa Tirk a dagirker  di 24`ê Nîsanê de, salvegera Komkujiya Ermenan a ku Osmaniyan di sala 1915`an de pêk anî, êrişên bejahî û hewayê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin

Têkildarî mijarê, sekretêrê  Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî (P.D.K.S) Nesredîn Îbrahîm axivî û got, desthilata Tirk bi buhaneya hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê li herêmên Başûrê Kurdistanê, êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap û Avaşînê berdewam dike û ji peymanên bi hikumeta Iraqê re sûdê digire.

ꞌHEDEFGITINA HEBÛN Û PROJEYA KURDÎ YEꞌ

/kr/uploads/files/2021/04/29/195751_-.webp

Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku armanca Tirkiyê ji êrişan, têkbirina ewlehî û aramiya Başûrê Kurdistanê ye û got, di êrişên xwe de herêmên aktîv ku nuqteyên peywendiyê yên zindî li erdîngariya Kurdistanê ne dike hedef .

Îbrahîm her wiha got: "Niyeta sereke ya Tirkiyê ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, hedefkirina proje, netewe û statûya kurdî ye.

ꞌDIVÊ NAKOKIYÊN KURDÎ WERIN ÇARESERKIRINꞌ

Îbrahîm bang li hêzên kurdî kir ku bi rêya diyalog û peymanên stratejîk nakokiyên heyî çareser bikin, nexasim ên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê, da ku rê li pêşiya siyaseta dewleta Tirk li dijî Kurdan dide meşandin bigire.

Îbrahîm ev xal lê zêde kir:"A baş divê lihevkirin bi rêya Kongreyekî Neteweyî Kurdistanî pêk were, ku bi rêya wê mekanîzmeya hevrêzî û hevgirtina neteweyî ya di navbera parçeyên Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî de were diyarkirin, di heman demê de taybetmendiya her parçeyekî di ber çavan re were deraskirin."

ꞌARMANC DUBAREKIRINA SIYASETA OSMANÎ YEꞌ

Nesredîn Îbrahîm di berdewamiya gotina xwe de da zanîn ku dîroka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zap û Avaşînê ne teseduf e, ku di roja salvegera komkujiya Ermenan de pêk hatin û wiha domand: "Ev dide nîşandan ku dewleta Tirk hewl dide qirkirinên ku li dijî gelê Ermen, Suryan û Asûriyan pêk anîbû li dijî gelê Kurd dûbare bike, isbata vê yekê jî êrişên li dijî herêmên Zap û Avaşînê ye."

Nesredîn Îbrahîm di dawiya gotina xwe de got:" Dirûşmeya dewleta Tirk a  Gurên Poz, isbat dike ku li dijî gelê cîhanê rêbazê dagirkirin, qetilkirin û qirkirinê dide meşandin, ev jî rêbazekî xwînî û dijminane ye."

/kr/uploads/files/2021/04/29/195834_-.webp

Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat li Kurd Sûriyê Salih Gedo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd berdewam dikin û siyaseta ku Erdogan bi rê ve dibe, navnîşanê wê; tunekirina hebûna gelê kurd û destkeftiyên wan e û ev xal lê zêde kir: "Armana Tirkiye ji dubarekirina êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê ew e ku bêyî cûdabûn hebûna kurdan tune bike."

Salih Gedo diyar kir ku Tirkiye bi rêya êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide hebûna kurdan derbe bike û got:"Tirkiye baş dizane ku binketina Partiya Karkerên Kurdistanê wekî binketina 40 milyon kurd e."

Gedo got, çawa gerîlayan li Garê dagirker bi bin xist, dê careke din wan bi bin bixe û ev yek li gotina xwe zêde kir:" Armanca artêşa Tirk ew e ku kurdan çember bike, lê bi saya berxwedana Kurdan û israra wan dê armancê wê bi ser nekeve."

ꞌBÊDENGIYA HIKUMETÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ RÛMETÊ TÊK DIBEꞌ

Salih Gedo bêdengiya hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişan rexne kir û wiha dom da axaftina:"Bêdengiya wan dê bandoreke neynî li sivîlên li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê bike, her wiha rûmeta hikumeta Iraqê wekî dewleteke serwer û serbixwe têk dibe, ku beriya wê bûbû qada balafirên Tirkiyê û baregehên wê yên leşkerî."

Gedo bang li her du hikumetan kir ku li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk ên li erdnîgariya Iraq û Başûrê Kurdistanê bê deng nemînin û di nava civaka navneteweyî de helwestan nîşan bidin.

Gedo ev pirs kir:"Gelo her du hikumet dipejirînin ku Tirkiye parçeyeke ji Başûrê Kurdistanê dagir bike û wêrankirina gundên Iraqê û Başûrê Kurdistanê berdewam bike, jiyana bi hezaran sivîlan bixe xeteriyê û di dawiyê de neçar bimînin ku koçber bibin?"

Gedo bal kişand ser ku divê li seranserî Kurdistanê û cîhanê li hemberî êrişên artêşa Tirk û siyaseta wê ya li ser bingeha têkbirina hebûna kurdî û destkeftiyên wê, helwestek derkeve holê û ev xal rêz kirin:"Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî sûcên domdar ên Tirkiye yên li dijî kurdan pêk tîne û hedefgitina wê ya sîstematîk a ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re helwestekê bide."

ꞌÊRIŞ NAMEYEK JI JOE BIDEN RE YEꞌ

Gedo destnîşan kir ku dewleta Tirk 24`ê Nîsanê ku roja salvegera Komkujiya Ermenan bû, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, êdî mirov dizane ku ev êriş ne tesedif bû û got:" Piştî ku serokê amerîkî Jeo Biden îtîraf bi komkujiya komî ya Ermenan kir, êrişên Tirkiye wekî nameya ji Amerîkayê re bû û tê de isbat dike ku ew ê siyaseta xwe û rêbazê xwe neguhere."

Salih Gedo êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd wekî dubarekirina sînaryoya komkujiya Ermenan bi nav kir û got, divê Amerîkayê û civaka navneteweyî li hemberî van sûcan helwestekê bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ic31SQMwiXI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>