​​​​​​​Riyad Derar: Divê zextek cidî li dewleta Tirk were kirin

Riyad Derar got, dewleta Tirk avê weke çek bi kar tîne, da ku herêm li gorî wê tev bigere, her wiha eşkere kir ku ew ê ji Fransa û dewletên Ewropayê bixwazin ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku dev ji vê hovîtiya xwe berde.

​​​​​​​Riyad Derar: Divê zextek cidî li dewleta Tirk were kirin
29 nîsan, 2021   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker şerê avê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, ji zêdetirî 3 mehan ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, ev jî nîşaneya karesateke mirovî û jîngehê dide.

Dewleta Tirk ji 27’ê Çileya derbasbûyî ve av kêm kiriye ku di saniyekê kêmî 200 metre dam ber bi xaka Sûriyê ve berdide. Ev miqdar li gorî miqdara ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk ku di 1987’an de li ser lihev kirine, gelekî kêm e.

Li gorî peymanê, divê dewleta Tirk ne kêmî 500 metre dam di saniyekê de biherikîne axa Sûriyê û Iraq ku jî nêzî ji sedî 60’î ji vê miqdarê werdigirin.

Dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike, ev yek hişt ku rêjeyeke mezin ji ava ber bi xaka Sûriyê ve kêm bibe û rêjeya kêmbûna avê li bendava Tişrînê zêdetirî 4 metre û li bendava Firatê zêdetirî 3 metreyan kêm bibe.

Ev 3 meh in dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, bi wê re jî ava çemê qirêj bûye û dê bi xwe re karesateke jînegehî û mirovî bîne.

Bi sedema kêmbûna mezin a rêjeya ava çemê Firatê, Desteya Enerjiyê ya herêmên Firatê û Cizîrê ragihand ku ew saetên dayîna kehrebeyê kêm dikin.

Civak û hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk bê deng in û tu helwest nîşan nedaye.

Sêşemê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li tevahî şervanan kir ku dibistan, nexweşxane, torên kehrebeyê û boriyên avê û hwd, biparêzin. Ev biryareke bi giştî bû û cara yekemîn e ku girîngiyê didin li ser wêrankirina pêdiviyên zindî di şerên li Sûriyê, Afganistanê, heta bi başûrê Sûdanê û Ukraynayê.

Lê konseyê, behsa qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û bandora wê mezin li ser dabînkirina ava vexwarinê û ava çandiniyê nekir. Di heman demê de behsa qutkirina ava vexwarinê li ser milyonek şêniyên Hesekê û gundewarên wê nekir, digel pandemiya vîrusa Koronayê berbelav e û pêdiviya şêniyên bi avê heye, da ku parastina xwe bikin.

ŞERÊ AVÊ

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar wiha got: "Ji demekê ve û di her carê de dewleta Tirk mijara qutkirina ava çemê Firatê dubare dike û ev mijarekî bi zanabûn tê kirin, ku ne tenê bandorê li Rêveberiya Xweser bike, di heman demê de bandorê li tevahî herêmê bike. Armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku herêmê bixe bin perspektîfên xwe. Bi wê re bila sûrî bizanibin ku di vê qonaxa lawaz de biryara xwe bikin yek û li hember fişarê dewleta Tirk a li dijî wan bisekinin."

Derar wiha domand: "Pirsgirêk bi rewşa kirêt ya paşketî ya Sûriyê û bi lawaztiya hikumeta Şamê ve ya tenê bi hebûn, berdewam û mayîna xwe li nuqteyan xwe difirkire, girêdayî ye."

BANDORÊN BITIRS

Der heqê bandorên bitirs de, Derar wiha pê de çû: "Berdewama kêmkirina ava çemê Firatê û nexizmetkirina wê ji gelek herêman re mîna Hesekê û herêmên dîtir ên çandiniyê û ava vexwarinê re mitirsiyekê li ser şêniyên herêmê çêdike, bi taybet li ser Hesekê. Ji ber ku ne tenê ava Firatê tê qutkirin, lê belê ava vexwarinê ya ku ji Serêkaniyê tê jî tê qutkirin, bi wê re peydakirina pêdiviyên paqijî û pêşîlêgirtina pandemiya vîrusa Koronayê, dijwar dibe."

Derar wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji bo şêniyan pir dijwar e ku vê yekê derbas bikin. Lê belê Rêveberiya Xweser hewl dide bi kolandina bîr û veguhastina avê re vê yekê derbas bike. Tevî wê jî lêçûna wê zêde ye û dijwar e, pêwîstî bi nêrîneke mentiqîtir û herêmî heye û  pêdivî bi biryareke navneteweyî ya ji vê yekê re heye."

‛BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ TENÊ XIMAVEK LI SER KAXIZÊ NE Û BÊYÎ HELWEST IN’

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar li ser helwesta navneteweyî axivî û wiha got: "Pirsgirêk di biryarên navneteweyî de ye ku tenê kaxiz dimîne û helwest girêdayî wê nayên dayîn. Heke hêza dewletan a xweser tuneye ku tişta bixwaze bibe yan jî bandorên fişarên li ser wê qedexe bike, wê demê biryar tenê piştgirî di helwestên çi doseke mirovî de dimînin."

Derar da zanîn ku fişar û zextên manewî tu encaman bi xwe nayne û divê ev biryar werin şopandin û bihêlin helwesteke were nîşandan, da ku ev reftarên kirêt ên li dijî mafên mirovan, mafên cîran û biryarên navneteweyî werin qedexekirin.

Derar wiha axaftina xwe domand: "Têkildarî tevgera dewlet û NY’yê di dosyayan de mîna bendava Nehdayê, li pişt wê dewletên mezin hene di bin gefan de ne, ku ji ber qutbûna avê bandorê li jiyana bi milyonan mirovî dike.  Dîsan jî bi wê re jî hêzek heye dikare parastina xwe bike, Sûdan û Misir dikarin vê nakokiyê derxin pêş, ji ber ku dikarin vê yekê bikin."

Lê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Derar wiha axivî: "Dema ku dewleta Tirk (duyemîn artêş di NATO’yê de ye û berjewendiyên wê li gel hin dewletan mîna Rûsyayê heye) gefan dixwe û li hemberî wê hin dewlet bê deng dibin, mîna Amerîka, em nikarin vê mijarê, ji bilî peymanên van dewletên hevrik, kontrol bikin."

Derar wiha li gotina xwe zêde kir. "Divê em di fişarên mirovî û banga li civaka navneteweyî de berdewam bin, ji ber ev mijareke mirin û mayînê ye ku dagirker li dijî gel pêk tîne û ev yek jî sûcekî şer e."

BERTEKÊN NAVNETEWEYÎ ŞERMÎN IN

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar piştrast kir ku ji dema qutkirina avê di cara yekemîn de peyam û xîtabên ji bo NY’yê û bangên ji wê re ranewestîne û hîna bertek û bersivên wê lawaz û şermîn in û got: "Wek min gotiye biryar têrê nakin û pêdivî bi piştevaniyeke xurt a rasteqîn da ku fişarê bike û nehêle mîna wan bûyerên ku ji sûcên şer in, dûbare bibin."

Girêdayî helwesta hikumeta Şamê, Derar wiha got: "Hikumeta Şamê bi rêya nûnerê xwe yê li NY’yê gelek caran bangawazî kir û li ser kêmkirina ava çemê Firatê yan jî gefên li dijî herêmên ên qutkirina ava vexwarinê nerazîbûna xwe nîşan da. Lê belê ez texmîn dikim ku êdî dengê hikumeta Şamê nayên bihîstin. Ji ber ku serweriyeke rastîn li ser xaka xwe bike û hêza wê ya sekna li gel pêşniyarê di NY’yê de tên kirin, tune ye."

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar xîtabî sûriyan kir û wiha berdewam kir: "Li dijî gefxwarinên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e şêniyên me li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin û piştevaniya wê bikin, da ku hevsengiyên di navbera şêniyên herêmê û dabînkirina mafên wan de çêbibe. Dostên me hene û em her tim banga piştevaniya ji herêmê re dikin."

‛EM Ê JI FRANSA Û DEWLETÊN EWROPÎ BIXWAZIN KU FIŞARÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN’

Derar eşkere kir ku Amerîka niha li vir e û bi rola erênî li hember DAIŞ’ê radibe û bi rêbazên guncaw bang li dewleta Tirk dike ku gefên xwe yên li dijî herêmê rawestîne û wiha domand: "Em ê bang li Fransa û dewletên ewropî jî bikin, da ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku berjewendî û sûcên xwe rawestîne, her wiha banga dîtina çareseriyeke rasteqîn dikin, da ku herêmên xwe bi ewle bi rê ve bibin."

Riyad Derar wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê me, bi taybet mijara avê em dikarin di van bangawziyan de berdewam bin. Her wiha şerê li herêmê bandorê li me dike, lê belê ew yek me ji armancên me qut nake."

(fr)

ANHA