PYD'ê 1'ê Gulanê pîroz kir

PYD'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir û got: "Em di wê baweriyê de ku gelê me çawa pîrozbahiyên Newroza 2021'î de veguhestandin derbeyeke li dijî hemû hêzên despotî dê pîrozbahiyên 1'ê Gulana 2021'an veguherîne rojekê ji bo domandina şoreşê û nirxên wê yên ku xwe dispêrin fikir û felsfeya rêber APO."

PYD'ê 1'ê Gulanê pîroz kir
29 nîsan, 2021   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PYD'ê wiha ye: "Îsal gelê me1'ê Gulanê pêşwazî dikin ku di demekê de gelê me yê Kurd û Kurdistanê di pêvajoyeke çarenûsî û hestiyar re derbas dibe. Gelê me di vê pêvajoyê de bi wêrekî, îradeyeke ku nayê lawazkirin şerekî dike.  Faşîzma Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû nirxan operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şer daye destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê gerîlan bi lehengî û berpirsyariya dîrokî bersivê dide, ne tenê ji bo serekftina Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê belê ji bo serkeftina tevahî Kurdistanê û serxistina nirxên mirovî, demokrasî, azadiya gelan û hevjiyana wan e. Li ser esasê edaletê gerîla derbên giran li faşîzma Tirk, artêş û çeteyên wê didin. Çawa dîtkatoriya serwer a li Tirkiyê li Heftanînê bi bin ket dê di cara hezarî de li Avaşîn, Zap û Metînayê bi bin bikeve.

Ne tesaduf e ku komployên li dijî Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemwextî pêkanîna vê êrişan de werin plankirin. Hêzên dîktator û despotî yên dijberî azadiya gelan û hevgirtina gelan ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de planan dike, bi hemû rêbazan hewl didin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin û gelê Sûriyê tengav bikin.

Gelê Sûriyê ji ber rewşa jiyanî ya xirab azarê dikişîne, ev jî ji ber siyasetên rejîma Baasê ye ku bi xwe re cezayên qanûna Qeyser anî. Bi vê re gelê me yên Sûriyê li tevahî erdîngariya wê di rewşeke dijwar de ye. Lê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye modeleke demokrasî ewlehî û aramiyê. Di bin banê vê rêveberiyê de tevahî pêkhateyên Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryan bi biratî dijîn. Bi vê modelê tevahî planên bi armanca derbekirina ewlehiya herêmî û jiyana pêkhateyan têk birin. Di demekê de ku ev rêveberî hewl dide asteke mezin a geşkirinê ji gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bike, bûyerên revandin, qetilkirin, hewldanên guhertina demografî û tengavkirina gelê me li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girkê Spî rû didin, li herêmên di bin serweriya rejîmê de rewş ji vê ne dûr e, ku xizantî, rewşa debarê û astengkirina azadiyan di asta herî nizim de ye.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di demekê de 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li tevahî gelê xwe û kedkarên wî pîroz dikin, em di wê baweriyê de ne ku gelê me çawa pîrozbahiyên Newroza 2021'an ji hemû hêzên despotî re kirin derbe, dê 1'ê Gulana 2021'î

veguherandin rojekê ji bo domandina şoreşa me û nirxên wê yên ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber APO. Em bi îradeya gelê xwe ya di avakirin û pêşxistina Rêveberiya Xweseriya xwe de bawer in ku bi kombûna li derdora rêveberiyê, mil bi mil bi tevahî gelê xwe yê Sûriyê re bibin gava yekemîn a avakirina Sûriyeke nû."

ANHA