Ji 3 mehan ve, Tirkiyê ava Firatê qut kiriye, bi wê re çem qirêj bûye

Ji 3 mehan ve dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kiriye. Ji ber wê çemê Firatê bi xetereya qirêjbûnê rû bi rû maye.

Ji 3 mehan ve, Tirkiyê ava Firatê qut kiriye, bi wê re çem qirêj bûye
29 nîsan, 2021   04:28
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Ji 27`ê Çileyê ve dewleta Tirk a dagirker para ava çemê Firatê ya Sûriyê kêm kiriye. Di her saniyekê de tenê 200 metre dam ji ava çemê Firatê diherikîne axa Sûriyê. Ev yek ne li gorî lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê ya sala 1987`an de ye.

Li gorî lihevkirinê, divê dewleta Tikr di her saniyekê de 500 metre dam av biherikîne axa Sûriyê û para Iraqê jî bi rêjeya ji sedî 60 ji vê miqdarê ye.

Ji ber binpêkirina dewleta Tirk ji vê lihevkirinê re, asta çemê Firatê anku para Sûriyê ji vê avê, gelek kêm bûye. Rêjeya kêmbûnê li gola Bendava Tişrînê zêdetirî 4 metreyan e û ya gola Bendava Firatê zêdetirî 3 metreyan e.

Ev 3 meh in ku dewleta Tirk asta çemê Firatê kêm dike. Bi rawestandina herikîna avê re êdî ava çemê bi qirêjbûnê re rû bi rû maye. Êdî şeytanok li ser beravên çemê derdikevin ku dibe sedema karesateke mirovî û hawîrdorê.

/kr/uploads/files/2021/04/28/185642_kembuna-rejeya-av-firate-2.webp

Ruxmî xetereyên mezin ên vê kiryarê, lê heta niha li ser asta civaka navneteweyî yan jî rêxistinên hiqûqî tu bertek nehatiye nîşandin. Ji ber wê dewleta Tirk siyasetên xwe didomîne ku jiyana bi milyonan şêniyên li ser beravên vî cemî dimînin, dixe xetereyê.

Pê re li gelek bajarên Sûriyê ava vexwarinê bi zehmetî tê peydakirin. Li gel wê jî saetên danîna kehrebeyê jî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kêm bûne ku kehrebeyê bi rêya bendavên li ser çemê Firatê derdixin.

Ji bilî wan xetereyan jî, zirarên mezin gihaştin masîvanî ku her sal mîna van deman dema zêdebûna wê ye. Ew jî bi xwe re bi awayekî neyînî bandor li nêçîrvanên masiyan kir.

Ji endamên Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terbûş hişyarî da ku ji ber van sûcên dewleta Tirk, dê karesateke mirovî ya rastîn a mezin li herêmê pêk were. Bi taybet piştî ku ava çemê Firatê ji ber kêmbûna asta herikîna wê qirêj bûye.

Terbûş beriya çend rojan ji ANHA`yê re axivîbû û gotibû: “Ji ber ku ava çemê Firatê gelek kêm bûye, belavbûna gevz û şeytanokan li ser beravên wê, em ê bi keraseteke rastîn re ji bo peydakirina ava vexwarinê rû bi rû bimînin ku dê gelek nexweşiyên mîna Kolêra belav bibe nexasim di havînê de. Piraniya bajarên mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava vexwarinê ji ava çemê Firatê peyda dikin.”

Her wiha Terbûş hişyarî da ku ji ber vê pirsgirêkê bi hezaran hêktarên genim telef bibin ku di radeya yekemîn de bi rêya ava çemê Firatê tên avdan, bi taybet ên li Reqa, Tebqa û Dêrazorê. Terbûş da xuyakirin ku ji ber zuhabûna li herêmê ku di encama kêm barîna baranê de çêbûye, pêwîstiya wan zeviyan bi avdanê heye.

Terbûş destnîşan kir ku kêmbûna ava çemê Firatê bi awayekî neyînî bandor li kehrebeyê jî dike, ji ber wê divê şênî kehrebeyê baş bi kar bînin da ku karibin saetên danîna kehrebeyê ji herêmê re di vê demê de zêde bikin.

Di rapora bi dîmen de kêmbûna zêde ya asta çemê Firatê û qirêjiya li ser beravên çemê diyar dibin.

(şx)

ANHA