​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir

Bi armanca xurtkirina yekitiya pêkhateyan û piştevaniya manewî, şandeyek ji nûnerên eşîrên Tebqa, Reqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kirin.

​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
​​​​​​​Nûnerên eşîrên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kir
28 nîsan, 2021   16:00
QAMIŞLO

Derdora 20 nûnerên eşîrên Ereb ên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê serdana nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Teyî ya bajarê Qamişloyê kir. Nûner ên eşîrên "Elbû Subeyîh, Wehib, Neîm, Begara, Birêc û Hews " bû.

Armanca nûnerên eşîra ji vê serdanê, xurtkirina yekitiya pêkhateyên herêmê û piştevaniya manewî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ye.

Nûnerên eşîran destpêkê serdana konê Têkiliyên Eşîran ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Qamişloyê kir, piştre serdana nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Teyî kirin. Her wiha rewşa taxê şopand û hevdîtin bi şêniyên wê re pêk anî.

Bi navê şaneyê, nûnera eşîra Elbû Subeyîh, Zuhêr Ecrawî axivî, piştevaniya xwe bi hêzên ewlekariyê û şêniyên taxê re nîşan da.

ANHA