DYA’yê Îran hişyar kir

Washingtonê piştrast kir ku hewl dide rageşiyên li Kendavê kêm bike û Îran hişyar kir.

DYA’yê Îran hişyar kir
28 nîsan, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî dorpêçkirina keştiyên leşkerî yên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ava Kendavê ji aliyê Artêşa Pasdaran a Îranê ve, berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku ew naxwazin nakokî û şaşiyan bibînin.

John Kirby got kiryarên Pasdarên Îranê yên di deryayê de pirsgirêkeke domdar e û ne nû ye.

Her wiha Kirby anî ziman ku ew ji vê bûyerê bi fikar e ku dibe sedema gelek tevliheviyan.

(dm)