​​​​​​​'Dîfaa El-Wetenî bi sûcên xwe dixwaze gelê Ereb ji hev qut bike’

Endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi van kiryarên xwe dixwaze di nava pêkhateyên Ereb de dabeşkirinekê çêkin.

​​​​​​​'Dîfaa El-Wetenî bi sûcên xwe dixwaze gelê Ereb ji hev qut bike’
28 nîsan, 2021   06:32
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 20`ê vê Nîsanê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li taxa Teyî ya Qamişloyê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Berdevkê êla El-Şerabiyîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn nûnertiya wan dikin û kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi derxistina fitneyê û têkbirina aramiyê pênase kirin û wiha got: “Bi van kiryaran dixwazin di nava pêkhateyên Ereb de jî dabeşkirinekê çêkin.”

El-Hemdûn daxuyand ku Rêveberiya Xweser nûnertiya biratiya gelan dike û ew yek ji hemû cîhanê re daye eşkerekirin. Her wiha destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn civakê temsîl dikin û ewlekariyê ji gelê herêmê re misoger dikin.

Şêwirmendê Meclisa êla El-Cibûr Ekrem El-Mehşûş jî diyar kir ku kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li ser esasê têkbirina biratiya gelan a di nava pêkhate, civak û êlan de ye. El-Mehşûş wiha domand: "Mîlîsên bi navê Dîfaa El-Wetenî zirar gihand êla Teyî û şêniyên taxê û bi hevkariya Îranê dixwazin fitneyê di nava civakê de derxin. Ez Rûsyayê jî navbeynkarekî qirêjî dibînim, ew tenê dixwaze hebûna xwe li herêmê îsbat bike.”

Elaa El-Dîn Şêx Ehmed ê ji eşîreya El-Sade El-Hiyaliyîn kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî şermezar kir û got: "Em hemû welatiyên Sûriyê ne, em ewlehiyê ji hemû aliyan re dixwazin. Lê hin aliyên peywendîdar zextan dikin, em vê yekê qebûl nakin."

Şêx Ehmed destnîşan kir ku şehîd Hayîs El-Ciryan şehîdê aştiyê ye û her tim dixwest şer rawestîne da ku rê li derketina fitneyê di navbera hemû aliyan de bigire û wiha got: "Ji ber ku kesayeteke neteweyî bû û xwe berpirsyar didît, hat hedefgirtin."

Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rûspiyên herêmê kir ku li hemberî kiryarên Dîfaa El-Wetenî bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mHmW9ln2hXA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>