Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê

Keriyên kuliyan ketin gundewrê rojhilatê Kobanê û ziyanên mezin gihandin zeviyên çandiniyê. Cotkar bang li aliyên têkildarî kir ku dermanên pêwîst pêşkêşî wan bikin.

Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê
Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê
Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê
Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê
Keriyên kuliyan ketin gundên Kobanê
27 nîsan, 2021   16:02
KOBANÊ

Keriyên kuliyan ku ketin Sûriyê, berî dan gundên rojhilatê bajarê Kobanê û beriya du rojan li gundê Kêlekê hatin dîtin. Afata kuliyan ziyanê dide çandiniyê.

Cotkarê bi navê Xalid Miso Seyîd got, kulî dar û zeviyên wan ên çandiniyê dane ber xwe.

Seyîd diyar kir ku kuliyan ziyanên mezin gihandin zeviyên çandiniyê û got:"Heger rê li ber neyê girtin dê karesteke aborî çêbibe, nemaze ku baran nebariya û zuhabûn li herêmê çêbûye."

Xalid Miso Seyîd bang li aliyên têkildarî û saziyên çandiniyê kir ku dermanên li hemberî afata kuliyan pêşkêşî cotkaran bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ku agahiyên xwe dispêre Desteya Aborî, ragihand ku desteyê ji bo tunekirina vê afatê di nava tevgerê de ye û hemû pêwîstî pêşkêş kirine da ku ziyan neghêjin zeviyên çandiniyê.

ANHA