Kantona Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk destek da Pêngava"Bazên Zagrosê"

Şêniyên bajarê Qamişlo tekezî li ser destekdayîna ji pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re ku ji aliyê hêzên gerîla ve li dijî artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, kir.

27 nîsan, 2021   12:25
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker di aliyê bejahî û hewayî de êrişî Herêmên Parastinê Yên Medyayê li Zap û Avaşînê kir û armanca wan herêman navborî dagir bikin. Di vê çarçoveyê de, li bajarên kantona Qamişlo xwepêşandanên şermezarkirinê û destekdayîna ji berxwedana gerîla re hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên "Em bi şehîdan bi serketin, bi rihê Berxwedana Rûmetê em ê dagirkeran têk bibin û em berxwedana Garê silav dikin", hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana HPG`ê  û silavkirina Pêngava Bazên Zagrosê hatin berzkirin.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê, gundên Beravê û Koçerat tev li  xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan ji qada Azadî dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîdan ve çûn. Li wir xwepêşandan veguherî mitîngê.

Di mitîngê de, Endamê Meclisa Navçeya Dêrik Bilind Mihemed tekez kir ku Hêzên Parastina Gel piştî ku destaneyên lehengiyê li Garê nivîsandin û bi ser ketin niha jî berxwedana xwe li Zap û Avaşînê didomînin.

Mihemed got armanca dewleta Tirk ji vê êrişê ku hebûna gelê Kurd tune bike.

ÇILAXA

Di heman çarçoveyê de, xwepêşandan ji çerxerêya şehîd Mehsûm a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo dest pê kir û ber bi geraca navçeyê ve çû. Paşê xwepêşandan veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên meclisa navçeyê Yûnis Fetah axivî û êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê Yên Medyayê şermezar kir û wiha domand: "Ev êriş parçeyek ji pilanên dewletên derdore da ku Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd tune bikin"

Her wiha endama Kongreya Star bang li rêxistin û hikûmeta Iraqê kir ku helwesta xwe der barê êrişên dewleta Tirk de diyar bikin.

TIL BIRAK

Xwepêşandêr li pêşiya çerxerêya firna başûrê navçeyê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan a navenda navçeyê ve çûn.

Xwepêşandan paşê veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê meclisa navçeyê ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Navçeyê Emîna Xelef ve hate xwendin û têde hate diyarkirin ku meclisên gel ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin û destekê didin hêzên gerîla ji ber ew hêzên parastina gelên herêmê ne, her wiha bêdengiya navneteweyî der barê êrişan de şermezar kir.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê xwepêşendan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Xwepêşendêran di nava kolana sereke ya navçeyê de meşiyan û li naverasta navçeyê meş veguhirî mitingê. Li wir bi navê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê şermezar kirin.

Cemîl wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, komployeke navneteweyî ye û jê armanc dikin ku gelê Kurd tune bikin. Ji aliyekî ve tecrîdê li ser rêbertî giran dikin û ji aliyekî din ve êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.”

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f3E9AqeT08w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha, xwepêşendana li Tirbespiyê ji ber avahiya Kongreya Star dest pê kir. Beşdarên xwepêşendanê di nava kolana giştî û sûka navendî de meşiyan û berxwedana gerîlayan li Zap û Avaşînê silav kir. Xwepêşendan li pêşiya avahiya meclisa navçeyê veguhirî mitingê.

Li pêşiya avahiya meclisa navçeyê gelek axaftin hatin kirin. Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nûrdîn Şakir axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze komkujiyên din li dijî gelên herêmê pêk bîne. Bi salvegera Komkujiyên Sîfo re û salvegera topbarankirina çiyayê Qereçoxê re niha Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef.”

Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xerma Elî jî axivî û bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya gerîlayan bikin û wiha berdewam kir: “Çi dibe bila bibe, em dê keç û xortên xwe bişînin eniyên şer da ku dewleta Tirk tune bikin û piştgiriya gerîlayan bikin.”

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeyê Mihemed Hec Ferhan axivî û piştrast kir ku “Pêngava Bazên Zagrosê” ya Hêzên Parastina Gel (HPG) dê dawiya artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap û Avaşînê bîne.

Di dawiya hemû xwepêşendanan de berxwedana HPG`ê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hat silavkirin.

(bx-şx)

ANHA