​​​​​​​Li Til Koçerê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîlayan a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

​​​​​​​Li Til Koçerê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
​​​​​​​Li Til Koçerê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
​​​​​​​Li Til Koçerê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
​​​​​​​Li Til Koçerê bi sedan kes li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
27 nîsan, 2021   15:12
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ku ji 24'ê Nîsanê ve daya destpêkirin, bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê daketin qadan. Şêniyan berxwedana gerîlayên HPG/ YJA-Starê silav kir.

Meş ji pêşiya Dibistana Şewafa dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Di meşê pankartên "Em mafdar in, Erdogan dagirker e, divê were darizandin, na ji dagirkeriya Tirk a DAIŞ'î re " hatin vekirin û bê navber diruşme hatin berzkirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya û veguherî mîtîngê. Şêniyan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz girtin.

Bi navê Kongreya Star a navçeya Til Koçerê, endama kongreyê Hala Mihemed axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û  bang li civaka navneteweyî û dewletên cîhanê kir û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û sûcdaran darizînin.

Hala got: "Dewleta Tirk çiqas êriş û sûcên xwe zêde bike wê nikaribe vîna me lawaz bike, em ê têkoşînê xurttir bikin."

Mîtîng bi berzkirina silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA