​​​​​​​'Êrişên li ser gerîla, êrişên Dîfaa El-Wetenî, tecîrda li ser rêbertî berdewama komployê ne'

Saziyan jinan ên herêmên Efrîn, Firat, Cizîrê û Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û gotin: "Ev êriş ji bo veşartina binpêkirinên li Garê têne kirin."

​​​​​​​'Êrişên li ser gerîla, êrişên Dîfaa El-Wetenî, tecîrda li ser rêbertî berdewama komployê ne'
27 nîsan, 2021   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

24'ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker êrişên giran li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî van êrişan zêde dibin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0CXbd90CWjo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Jinan a girêdayê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî da.

Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan a girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, dixwaze bi van êrişan îflasa xwe ya siyasî û aborî veşêre."

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker di van êrişan de çekên NATO'yê  bi kar tînin û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê çekên qedexekirî û yên kîmyewî bi kar tîne. Armanca Erdogan ji vê yekê gelê Kurd û hêzên gerîla tune bike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li gel tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd dike ehdef û li ku derê be hebûna gelê Kurd dike armanc. Her wiha hate gotin: "Êrişên li ser hêzên gerîla, tecrîda li ser rêbertî, êrişên Dîfaa El-Wetenî yên li Qamişloyê îsbat dike ku komplo hîna berdewam e."

Meclisa Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan teqezî bi domandina berxwedanê kir û bang li gelê Kurd li her deverê bi taybet gelê Bakurê Kurdistanê kir ku têkoşînê xurt bikin da ku layiqî berxwedana gerîla bin.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sLz5q2MZO4Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Şehba û Helebê, ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn. 

Daxuyaniya li ber navenda ciwanan a kampa Serdemê ya navçeya Til Sosîn ji aliyê endama yekitiyê Dunya Bekir ve hate xwendin. Daxuyaniya li pêşiya avahiya ciwanan a li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê endama rêveber a yekitiyê Emîna Ebdo ve hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8wSzyYmpRQM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta kapîtalîst ve têne kirin û dewleta Tirk dimeşîne, ku hewl dide dewleta Osmanî zindî bike. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk bi dîroka xwe ya sûcdar û dagirkirî tê naskirin.

Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de, destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo veşartina binkeftina li Garê tên kirin, her wiha hate gotin, ji ber ku projeya wê ya dagirkirinê bi ser neket, hewl dide vê projeyê li herêmên din temam bike, lê wê armancên wê bi ser nekevin.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8HWsFnmdgT0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Girêdayê heman mijarê, Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Til Hemîsê da. Endama Kongreya Star Rîm El-Mişel daxuyanî xwend, êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metîna û êrişên li ser navçeya Til Temirê şermezar kirin.

Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî van sûcan şermezar kirin û got: "Bûyerên ku herêmên me têre derbas dibin komployeke navneteweyî ye, armanc ji vê komployê têkbirina ewlehiya herêmê û destkeftiyên şoreşa Rojava ya ku modelea biratiya gelan e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji vir em teqez dikin ku em piştgiriya gelê xwe û şervanên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê heta têkbirina dagirkeriyê didin."

Piştî xwendina daxuyaniyan diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

ANHA