ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2021
26 nîsan, 2021   23:00

- Serokê Daîreya Fitweyan Şedadê Ehmed El-Esad got: "Armanca qetilkirina rûspî Hayis El-Ciriyan derxistina fitneyên di navbera gelê bajarekî de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êzidiyên Helebê diyar kirin ku biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî ji bo derxistina fitneyan di navbera êzidiyên Şengalê û êla Şemer e. Her wiha bang li tevahî êzidiyan kir ku vê biryarê red bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên herêma Dêrik, Koçerat û Berav ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, meş ji qada Azadî dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Girkê Legê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên di Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê de derbarê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê didin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tena serê xwe pêk nayne û got “Divê PDK û Iraq helwesta xwe ya li dijî vê êrişa dagirkeriyê zelal bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Komkujiya Ermenan a ku bi destê Osmaniyan beriya 106’an salan pêk hat, dîsa bi îtîrafkirina serokê Amerîkayê kete rojevê. Tevî ku ev gaveke girîng e, lê gelo dê cîhan li hemberî sûc û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan her bê deng be? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber şerê ku ev zêdetirî 10 sal in berdewam e, gelek diyardeyên neyînî derketin holê jê parsekî, derbederbûn û bêhnkirina madeyên kîmyawî (Şeilê) ku li herêmên bin serweriya hikumeta Şamê bi awayekî zêde xuya dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Yekitiya Cotkaran a Reqayê têkildarî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyekê li pêşiya avahiya rêxistinên civaka sivîl a Reqayê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hişyariya rûdana kareseteke mirovî da û bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bikin û dewleta Tirk neçar bike ku qanûnên naveteweyî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya navçeya Qamişloyê destnîşan kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê plana salane ji bo çandina cureyên cuda pêşkêş dike û bang li cotkaran kir ku çandiniya yekalî nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî aloziya li bajarê Qamişlo got, ev planên hevbeş ên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de ne, da ku fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û biratiya gelan derbe bikin û diyar kir ku dê armanca wan negihêje serî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA